Tîrola Başûr ji ber tedbîrên Awistiryayê bi fikar e

Awistirya plan dike ku ji bo astengkirina koçberên ji Îtalyayê tên, tedbîrên riya di Brennerê re derbas dibe asteng bike. Hikumetên Îtalyayê û herêma xweser a Tîrola Başûr li dijî vê planê derdikevin.

Brenner her du herêmên bi navê Tîrola Başûr  ya li Îtalyayê û Tîrola Bakur a li Awistiryayê ji hev vediqetîne.  Hikumeta Tîrola Başûr fikaran dike ku tedbîrên hişk xisarê bide têkilî û danûstendina di navbera her du herêman û bi vî awayî li dijî entegrasyona Ewropayê bibe  asteng.

Serokê Tîrola Başûr Arno Kompatscher di derbarê mijarê de got ku mafê Awistirya û Almanyayê heye ku pêla koçberî û penaberiyê bisekinînin û wiha dom kir: “Ev, sînoreke pir zêde sembolîk e. Berî her tiştî ew parçebûnê û paşê jî yekitiya navxweyî ya Yekitiya Ewropayê (YE) temsîl dike.

Tîrol di dîrokê de girêdayî Împaratoriya Awistirya-Macarîstan bûye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Tîrola Başûr bi peymana aştiyê ji Îtalyayê re hat hiştin û herêm demeke dirêj ji bo xweseriyê têkoşînê kir.  Bi Peyma<na Awistirya û Îtalyayê ya di 1946’an de xweseriya Tîrola Başûr hat qebûlkirin. Xweserî bi transferkirina hêzên berfireh a di 1972’an de hat berfirehkirin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …