Autonomos

Sahraya Rojava 40 sal in li benda self-determînasyonê ye

    Koloniya kevn a Îspanyayê hîn jî di bin dagirkeriya Fasê de ye û vê dewletê heta niha nehiştiye referandûma self-determînasyonê bê lidarxistin. Peymana Sêalî ya Madrîdê ku di 14’ê Mijdara 1976’an hatibû îmzekirin, îsal 40 salan li dûv xwe dihêle. Bi vê peymanê, Îspanya ji Sahraya Rojava vekişiya …

Bêtir »

Li Etîyopyayê hêzên herêmî bûn yek

      Komên etnîk ên Etîyopyayê ku ji aliyê sîstemê ve zext li ser wan tên kirin hevpeymanekê siyasî damezrandin.  Pênc rêxistinên polîtîk ên ji Etîyopyaye beşdarê vê hevpeymanê bûn. Di civîna 22-23’ê Cotmehê ya li paytexta Norwêc Osloyê de nûnerên rêxistinên polîtîk ên komên etnîk li ser damezrandina hevpeymanekê li hev …

Bêtir »

Li Szeklerlandê çalakiya ji bo xweseriyê

        Bi hezaran welatiyên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê bi agir sînorên herêmeke xweser çêkirin. Konseya Neteweyî ya Szeklerê bang li Romanyayê kir ku xweseriya herêmê nasbike. Konseya Neteweyî ya Szeklerê (SZNT) di salvegera redkirina pêşniyaza xweseriya Szeklerlandê ya ji aliyê hikumeta Romanyayê ve (24’ê Cotmehê) …

Bêtir »

Xweseriya lokal a Bolîvyayê bala cîhanê dikişîne

  Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Siles diyar kir ku pêvajoya xweseriya şaredariyan a li Bolîvyayê bala welatên li cîhanê dikişîne û van welatan dixwazin bi rêvebiriyên şaredariyê welatî wî re têkiliyan ava bikin. Li paytexta Bolîvya La Pazê bi beşdariya şaredariyên li welat bernameyeke li ser pêvajoya xweseriya şaredariyên hat …

Bêtir »

Gilgit-Baltîstan xwedî nasnameyeke taybet e

  Ji % 82’yê welatiyên Gilgit-Baltîstanê ya li bakurêrojhilatê Pakîstanê xwe ji nasnameya keşmîrî dûr dibînin. Digel Biryara Rêvebiriya Xweser a a 2009’an welatiyên herêmê doza mafên berfirehtir dikin û dixwazin ji aliyê Destûra Bingehîn a Pakîstanê ve mafên wan bên naskirin. Di encama anketeke ku li ser 500 welatiyên …

Bêtir »

Siyaseta Galê ji pêşnûmaqanûna xweseriyê ne razî ye

        Partiyên li Galê diyar dikin ku pêşnûmaqanûna di derbarê xurtkirina xweseriya Galê de bersiva daxwazên wan nade. Di pêşnûmaqanûnê de hikumeta brîtanî xwedî hêzên ku wê tranferê Galê bihatana kirin e. Hikumeta Galê, Demokratên Lîberal ên Galê û Plaid Cymruya serxwebûnxwaz li dijî Pêşnûmaqanûna Galê ku …

Bêtir »

Companys 75 sal berê hat înfazkirin

    Serokê Katalonyayê Luis Companys di 1940’an de ji aliyê rejîma faşîst a îspanyol ve hat înfazkirin. Companys ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Almanya Gestapoyê ve radestî Îspanyayê hatibû kirin. Katalanên welatparêz bang li hikumeta îspanyol kirin ku rêzê ji bîranîna Companys re bigire. Serokê hikumeta katalan Generalitat Lluis …

Bêtir »

Baska li Fransayê dike dibe xwediyê saziya xwe

      Gelê Baskê yên li aliyê Fransayê dijîn dikin ku bibin xwediyê yekemîn saziyên xwe yên neteweyî. Waliyê (prefect) Pyrénées-Atlantiques a li başûrêrojavayê Fransayê pêşniyaz kir ku yekitiya şaredariyên baskî bê damezrandin. Eger şaredarî vê pêşniyazê qebûl bikin wê di 2017’an de saziya ji bo yekitiyê dest bi …

Bêtir »

Artêşa Endonezyayê lêborînê ji Papûayê xwest

      Fermandarekî payebilind ê artêşa Endonezyayê yê li Papûaya Rojava ji ber îhlalkirina mafên mirov ji gelê Papûaya Rojava lêborînê xwest. Papûaya Rojava nêzîkî 60 sal in ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin. Fermandarê Herêma Cenderawasih General Hinsa Siburian di merasîma ku bi minasebeta 70. damezrandina artêşa Endonezyayê ya di …

Bêtir »

Alsasî dixwazin hilbijartinên herêmî yên Fransayê bên betalkirin

        Konseya Dewletê yê Fransayê yek ji serîlêdanên ku daxwaza betalkirina rêxistina îdarî ya nû dikir, red kir. Hêzên herêmparêz ên Alsasê ji mêj ve ye li dijî guherîna sînorên herêma xwe derdikevin. Herêma Alsasê ya rojhilatêbakurê Fransayê hewl dide ku hilbijartina herêmî yên ku di meha …

Bêtir »

Ûygûr daxwaza self-determînasyonê dikin

          Di 60. salvegera damezrandina Herêma Xweser a Tirkîstana Rojhilat (Xinjiang) de Çîn pesnê xweseriya vê herêmê da. Çînê diyar kir ku li Tirkîstana Rojhilat di 60 salên dawî de pêşketineke berfireh derketiye holê. Kongreya Ûygûr a Cîhanê jî bi daxuyaniyekê daxwaza mafê self-determînasyonê kir. Bi …

Bêtir »

Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin

      Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …

Bêtir »

Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê

      Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin.  Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …

Bêtir »

Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin

        Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir. Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê …

Bêtir »

Encûmena Bilind a Êzdiyan hat damezrandin

        Bi mebesta baştir birêvebirina karûbarê kurdên êzdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezirandina Encûmena Bilind a Êzdiyan erê kir. Nûnerê kurdên êzdî yê di Parlemena Kurdistanê de Şêx Şamo got ku damezirandina vê encûmenê gelekî girîng e. Nûnerê Kurdên Êzidî Şêx Şamo di derbarê mijarê de wiha axivî: …

Bêtir »