Autonomos

Ûygûr daxwaza self-determînasyonê dikin

          Di 60. salvegera damezrandina Herêma Xweser a Tirkîstana Rojhilat (Xinjiang) de Çîn pesnê xweseriya vê herêmê da. Çînê diyar kir ku li Tirkîstana Rojhilat di 60 salên dawî de pêşketineke berfireh derketiye holê. Kongreya Ûygûr a Cîhanê jî bi daxuyaniyekê daxwaza mafê self-determînasyonê kir. Bi …

Bêtir »

Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin

      Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …

Bêtir »

Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê

      Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin.  Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …

Bêtir »

Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin

        Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir. Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê …

Bêtir »

Encûmena Bilind a Êzdiyan hat damezrandin

        Bi mebesta baştir birêvebirina karûbarê kurdên êzdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezirandina Encûmena Bilind a Êzdiyan erê kir. Nûnerê kurdên êzdî yê di Parlemena Kurdistanê de Şêx Şamo got ku damezirandina vê encûmenê gelekî girîng e. Nûnerê Kurdên Êzidî Şêx Şamo di derbarê mijarê de wiha axivî: …

Bêtir »

Doza self-determînasyonê li Faroyê geş dibe

      Piştî hilbijartinên giştî yên li Giravên Faroyê, doza self-determînasyona li welat xurt bû. Partiya Komarê (bi zimanê faroyê Tjóðveldi) di hilbijartina ku di 1’ê Îlonê de hat lidarxsitin de di Parlamentoya Faroyê de (Løgting ) bû partiya duyemîn. Partiya Komarê doza serxwebûna Giravên Faroyê dike.   Giravên …

Bêtir »

Nûnerên katalan li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn

      Nûnerên katalan di mijara pêvajoya serxwebûna Katalonyayê de beşdarê civîneke li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn. Wekî nîqaşên li Parlamentoya Danîmarkayê û Îrlandayê ku çend meh berê pêk hatibûn, vê carê jî rewşa siyasî ya Katalonyayê li Parlamentoya Ûrûgûayê bû mijara nîqaşê. Sekreterê Têkiliyên Derve û Yekitiya Ewropayê yê …

Bêtir »

Kêmar nakokiyên li başûr xetere dibînin

      Nûnerên kêmarên di Parlamentoya Kurdistana Iraqê de didin zanîn ku nakokiyên di navbera partiyên başûr de herêma Kurdistanê dixe nava xetereyê. Endamê şeş partiyên kêmar bi daxuyaniyekê dan xuyakirin ku beriya bidawîbûna serokatiya Mesût Barzanî divê hemû partî li ser peymanekê li hev bikin. Partiyên kêmar bi …

Bêtir »

Gilgit-Baltîstan mafên aboriyê dixwaze

      Serokê Tevgera Gilgit-Baltîstanê Manzûr Parwana ji Pakîstanê daxwaz kir ku di warê projeyên aboriyê yên li herêmê berjewendiyên Gilgit-Baltîstanê jî li ber vê girtin. Manzûr Parwana di daxuyaniya xwe de got ku divê herêma wî jî wekî aliyê sêyemîn beşdarê projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê bibe û …

Bêtir »

Cochabamba xweseriyê pîroz kir

        Cochabamba pejirandina qanûna xweseriyê ya Bolîvyayê pîroz kir. Bi mebesta pîrozbahiya salvegera xweseriyê, Gerînendetiya Departmana Xweseriya Cochabambayê bernameyekê li dar xist. Rêvebirî û endamên Meclîsa Qanûnsaz a Departmanê, hin nûnerên hikumeta navendî, sazî û welatiyên Cochabambayê beşdarê bernameyê bûn. Di bernameyê de li ser dîroka damezrandina …

Bêtir »