Rûsya Meclîsa Tatarên Kirimê qedexe kir

Dadgeha Bilind a Kirimê bi biryarekê Meclîsa tatarên Kirimê qedexe kir. Di biryarê de tê îdîakirin ku saziya navborî beşdarê karên tûndrew yên li dijî herêma Kirimê bûye. Biryara dadgehê rastî reaksiyonên saziyên navneteweyî û saziyên li ser parastina xweciyan xebatê dikin, hat.

Berpirsê Bernameyên Çandî yên Koma Mafên Kêmaran û Endamê Forûma Domdar a Meseleyên Xweciyan ê Neteweyên Yekbûyî Oliver Loode bi daxuyaniyekê vê biryarê şermezar kir. Loode got ku ev biryar “bi awayekî giran ne ehlaqî ye” û helwesta Rûsyayê ya li dijî kêmaran nîşan dide.

Biryara qedexekirina Meclîsa Tataran bi awayekî rasterast xala 5’emîn a Deklerasyona Mafên Gelên Xwecî (UNDRIP) binpê dike. Di vê xalê de tê gotin ku “mafê gelê xwecî heye ku hebûna saziyên xwe yên siyasî, hiqûqî, aborî, civakî û çandî bidomînin”.

Herwiha, xala 19’emîn a heman deklerasyonê jî diyar dike ku devlet beriya qanûn û tedbîrên ku bandorê li ser gelê xwecî dikin bimeşînin, divê bi saziyên xweciyan re bişêwire û daxwaza wan li ber çav bigire.

Tê ragihandin ku bi qedexeya  Meclîsa li Kirimê Rûsya di heman demê de êrîşê Tatarên Kirimê jî kiriye û bi vî awayî standardên parastina gelên xwecî binpê kiriye. Cara dawiyê di Konferansa Cîhanê ya Xweciyan a di 2014’an de standardên mînîmûm ên ji bo parastina xweciyan hatibûn diyarkirin.

Tatarên li Kirimê beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Kirimê piraniya nifûsê pêk dianîn. Di 1944’an de bi biryara lîderê Yekitiya Sovyetê Josef Stalîn, gelê Tatar ji herêmê hat sirgûnkirin û li komarên Sovyetê yên li Asyaya Navîn hatin bicîkirin. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, Ûkrayna mafê vegera tataran qebûl kir lê tatar êdî li herêmê bûn kêmar. Di 2014’an de Kirim bi dengên nifûsa rûsîaxêf serxwebûna xwe îlan kir û paşê beşdarê Federasyona Rûsyayê bû.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …