Self-Determînasyona amazîgên li Lîbyayê

Di demên dawî de amazîgên li Lîbyayê di vî welatê ku di navbera şerê navxweyî de bûye çend parçe, daxwaza xweseriyê dikin.

Herêma gelê amazîg li derdora rêzeçiyayê bi navê Nefûsa ya li herêma Trîpolîtanya ya li rojavayê Lîbyayê cî digire. Li vê herêmê komên amazîg (forma pirhejmar îmazîghen tê xwendin) ku ne tenê li Lîbyayê, li çend welatên li Bakurê Afrîkayê belav bûne, dijîn. Li Nefûsayê bajarok û bajarên bi navê Lalut (Nalut), Kabaw, Jadu û Ifran ku îmazîghen li dijîn, cî digirin. Herwiha, bajarê Zwara yê  girîng ku li peravê Deryaya Spî ye û nêzîkî Tûnûsê ye jî îmazîghen dijîn.

îmazîghen bi dehan salan di bin rejîma ereb-îslamî yê Kaddafî de hatine marjînalkirin û bi awayekî sîstematîk rewşenbîrên wê hatine girtin. Rejîmê bi riya medya û perwerdeyê sîstema erebkirinê li ser wan ferz kiriye.

Di serhildana sala 2011’an a li hemberê rejîma Kaddafî de îmazîghen rol girtine û ji bo parastina azadiya çandî û zimanî ku piştî vê serhildanê ketiye destên wan, xebatê meşandine. Di navbera 2012-16’an de tevgera imazîghen ji bilî hewldana parastina mafên çandî li ser otorîteyên Lîbyayê zexteke polîtîk jî meşandine.

Dîroka kurt a siyasî ya Lîbyayê bi modelên eşîrê û olî bi sînor bûye. Li welat hîn jî berjewendiyên xurt ên herêmî û saziyên lawaz hebûna xwe dom dikin. Pevçûna li herêma Sîrenaykayê (Cyrenaica) ya di navbera îslamîst û tevgera federalîst de û bêîstikrariya siyasî ya li Trîpolîtanya û Fezanê balê dikişîne. Rewşa li van herêman nîşan dide ku bêyî desentralîzasyonê çareseriyeke mayinde pêk nayê. Ji ber vê rastiyê îmazîghen niha xwedî firsenda kontrolkirina herêma xwe, aboriyeke fonksiyonel û parastina nasnameya çand û zimanê xwe ne.

Pêşketina herêmeke xweser ê amazîg wê li ser bingeha aboriyeke xurt pêk were. Ji ber ku li herêmê çavkaniyên xurt ê petrol û gazê, mîneral û çavkaniyên deryayê hene. Herwiha li herêmê derfeta çandiniyê û tûrîzmê jî heye.

Wekî kurdên li Rojava, vê herêma amazîg di şerê global a li hemberê terorîzma îslamî û krîza penaberan a li Derya Spî bibe wê beşdareke sereke.

————

Ji bo xwendina hemû nivîsa aktîvîstê amazîg Mazigh Buzakhar bitikînin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …