Li’ Sûriyeyê yan wê federalîzm çêbibe yan jî wê Sûriye parçe bibe’

Şîrovekarê siyasî Denîz Çîftçî dibêje ku nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya û Tirkiye û Îranê wê bandora xwe li ser Rojava û Herêma Kurdistanê çêbibe. Çîftçî herwiha dinirxîne ku li Sûriyê ya wê federalîzm çêbibe yan jî wê Sûriye hêdî hêdî parçe bibe.

Ferid Demirel

Di 9ê Tebaxê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li St. Petersbûrgê hevdîtinek pêk anîn. Ev hevdîtin piştî ku balafira Rûsyayê ji hêla balafirên şer ê Tirkiyê ve hate xistin û têkiliya her du dewletan qut bû, cara destêkê bû kû di asta herî bilind de pêk hatibû. Di hevdîtinê û di daxuyaniyên piştî vê pêşketinê de rayedarên her du dewletan mesajên erênî derbarê têkiliyê her du dewletan de dan. Di raya giştî de ji bilî têkiliya aborî û siyasî ya di navbera her du dewletan de bandora vê têkiliyê ya li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya li ser Sûriyê di rojevê de ciyekî sereke digire.

Şîrovekarê siyasî Denîz Çiftçî derbarê van pêşketinan de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Çîftçî balê dikişîne ser bandora Rûsyayê ya li cîhanê û bi taybetî jî ya li Rojhilata Navîn û dibêje ku hêza ku pêşiya Rûsyayê girtibû Tirkiye bû. Li gorî Çîftçî bivê nevê Tirkiye li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke û ji ber vê rewşê dema têkiliya wan xera bû, zirara herî mezin gihiştiye Tirkiyê û siyaseta Rûsyayê jî ji gelek aliyan ve têk çû.

‘DIBE KU RÛSYA BANDORA XWE LI SER ROJAVA BI HÊZTIR BIKE’

Di vê astê de Denîz Çîftçî balê dikişîne ser encamên başbûna têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de û wiha dibêje: “Heke ev pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê bigihêje asteke geleke stratejîk weke beriya 2000 û 2010an, di vê noqtê de wê Rûsya bandora hinekî li ser Rojava bi hêztir bike û ihtimaleke ku destûr nede PKK an jî PYD hin gavan rehet bavêje.”

Yanî li gorî nêrîna Çîftçî “Şert û mercên herî mezin ê Tirkiyê li gel Rûsyayê ew e ku Tirkiye dixwaze Rûsya hêza li ser PYDê bi kar binê û hêza PYDê bixe bin kontrolê. Lê Rûsya jî li hemberî vê, siyaseta xwe wê bi her awayî biqede qebûlkirin.”

‘LI HERÊMA KURDISTANÊ DU XET HENE’

Piştî van pêşketinan Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zarîfî serdana Enqereyê kir û bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî û derbarê Sûriyê û bûyerên herêmê de gotûbêj kirin. Li gorî daxuyaniyên bi rêya çapemeniyê hatin belavkirin, Îran û Tirkiye derbarê gelek mijaran de wek hev difikirin ku Sûriye û ‘teror’ xalên girîng in. Ji bilî vê van mijaran Denîz Çîftçî bandora vê hevdîtinê ji hêla Herêma Kurdistanê dinirxîne.

Çîftçî behsa du xetan li Herêma Kurdistanê dike ku yek ji wan bi serkêşiya Serokê Herêma Kurdistanê ji hêla PDKê, Hizba Yekgirtû û Hizba Bizutnewe Îslamî Kurdistan ve tê meşandin. Xeta duyemîn jî ya ji hêla Goranê, Yekîtiya Niştiman û partiyên nêzîkî PKKê û PYDê li dijî xeta din bi nav dike. Çîftçî xeta yekê nêzîkî Tirkiyê û ya duyemîn jî bi gotinên sekuler û nêzîkî Îranê dinirxîne û dibêje ku êdî rikberiya her du xetan ji warê siyasî ber bi warê îdeolojîk ve çûye. Bi gotina Çîftçî ev her dû xet ‘Kurdistanê zêdetir parçe parçe dikin’.

‘ÎRAN DIXWAZE TIRKIYE BANDORÊ LI MESUD BARZANÎ BIKE KU PDK-Î ŞER BISEKÎNE’

Denîz Çîftçî balê dikişîne ser serdana Zarîfî ya Tirkiyê û li gorî nêrîna wî “Tirkiye ji ber têkiliyên Îranê û PKKê gelekî aciz e.” Çîftçî dibêje ku Tirkiye dixwaze vê têkiliyê hinekî bixetimîne yan jî qut bike. Herwiha li gorî wî Îran jî dixwaze ku Tirkiyê hêza xwe li ser Barzanî bi kar bîne û ew jî hêza xwe ya li ser Partiya Demokratî Kurdistan a Îranê bi kar bîne ku li hemberî Îranê şer neke. Çîftçî diyar dike ku “Îran niha dixwaze bi destê Tirkiyê birêz Mesud Barzanî bi kar bîne, ji bona PDK-Î şer nede desptpêkirin an jî bidin sekinandin” û dibêje ku Tirkiye û Îran derbarê siyaseta kurdan de weke xwedî ‘xeteke şirîk’ in.

‘TIRKIYE DIXWAZE HÊZÊN NÊZÎKÎ XWE LI ROJAVA BI CÎ BIKE’

Denîz Çîftçî di serdana Zarîfî ya Enqereyê de balê dikişîne ser xaleke din û wiha pê de diçe: “Îro Amerika jî Rûsya jî qebûl dikin ku êdî Suriyeyeke unîter çênabe. An Sûriyeyeke federalizm wê çêbibe yan jî Sûriye dem bi dem wê parçe bibe. Tirkiye jî vê sîstemê wê li Sûriyê qebûl bike. Êdî mecbûr bûye qebûl kiriye. Lê tenê dixwaze hin hêzên nêzîkî xwe yên li Rojava bi cî bîne. Weke Efrîn û Kobanê û Ezaz e. Tirkiye û Îran û Rûsya siyasetekê dimeşînin.”

‘ÎRAN Û TIRKIYÊ STATUKOPARÊZ IN’

Dîsa li gorî nêrîna Çîftçî, Beşar Esad heta hilbijartineke nû yan jî siyaseta Sûriyê ji hin hêlan ve were duristkirin wê desthilatdariya xwe biparêze û dibêje ku Tirkiyê jî ev tişt qebûl kiriye. Çîftçî diyar dike ku herçiqasî siyaseta her du dewletan li Sûriyê, li Yemenê û heta li Libnanê weke li dijî hev be jî di rastiyê de her du jî dixwazin Sykes Picot a sala 1916ê were parastin û naxwazin Rojhilata Navîn were dîzaynkirin. Û di mijara kurd, mijara Rojava de siyaseteke hevkar pêk bînin. Denîz Çîftçî balê dikişîne ser helwesta DYAyê û wiha dibêje: Rûsya û DYA “Êdî aşkereye ku herçiqasî di zimaniê navdewletî de li dijî hev bin jî di siyaseta pratîk de her du alî di gelek aliyan de hevkariya hev dikin. Di operasyona li dijî DAIŞê de me dît ku Rûsya, artêşa Esad û Amerika hevkariya hev dikin. Hevkarî ne stratejîk be jî pragmatîk e. Amerîka li dijî siyaseta Rûsyayê ya Sûriyê nîne. Amerîka li dijî nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ye. Amerîka naxwaze Tirkiye bikeve nav xeta Rûsyayê de.”

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …