Lorant Vincze: Hin dewletên ewrûpî rêzê ji mafên kêmaran re nagirin

Serokê Yekitiya Federal a Gelên Ewrûpayê Loránt Vincze beşdarê semînerekê li ser kêmarên Ewropayê hatibû lidarxistin bû û dîtinên balkêş anî ziman. Semîner ji aliyê Akademiya Alman a Buroya Derve di 12’yê Tîrmehê de hat li dar xistin û Serok û Sekreterê Giştî yê Meclîsa Parlamenter û Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî Hevkarî û Aborî ya Ewrûpayê beşdarê çalakiyê bû.

Loránt Vincze bibîr anî ku salên 90’î li Ewrûpayê pevçûna etnîk derxistiye asta herî bilind û guherînên mezin pêk anîne. Bi mebesta rêlibergirtina pevçûnên etnîk Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî û mekanîzmayên rêlibergirtinê hatine damezrandin. Vincze got ku Konseya Ewropayê, Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar û Konvansiyona ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî di wê pêvajoyê de hatine damezrandin.

Vincze diyar kir ku “ bi tenê kesên xwedî kêmfikir wê bixwazin bi me bidin bawerkirin ku ev alav û mekanîzma ji bo bidawîkirina pevçûnên etnîk ên aniha têr dikin û got ev li hin welatan ji bo parastina kêmaran têr nake. Vincze da zanîn ku li Yewnanîstan û Fransayê kêmarên neteweyî yên otokton nayên naskirin, li Bûlgarîstanê partiyên etnîk bi qanûnê nayên qebûlkirin û li Ûkrayna û Letonyayê perwerdeya bi zimanê dayikê bi qanûnên nû tê astengkirin.

Serokê FUEN’ê Vincze li ser Romanyayê jî van agahiyên da: “Romanya ku welatê ez ji wir im, dide xuyakirin ku ew ji bo parastina mafên kêmaran welatekî model e lê li aliyekî din diyaloga li ser mafên kolektîf red dike. Radîkalîzm û axaftinên nefretê bilind dibe û anketên dawî didin zanîn ku beşeke mezin a romanyayiyan kêmara macar tehdît dihesibînin. Romanya di warê înkarkirina diyalog û hevkariyê dibe rol modelekê”.

Vincze pê de çû got ku di dema damezrandina Yekitiya Ewropayê de dewlet nikaribûne mafên kêmaran nas bikin û di encama vê de 50 milyon welatiyên ewropî ku endamên kêmarên neteweyî ne ji parastina nasnameya zimanî çandî bêpar hatine hiştin. Vincze di dawiya axaftina xwe de pêşniyaz kir ku cudahiyên di warê hiqûqa parastina kêmaran a li aliyên cuda yên Ewrûpayê divê ji holê bê rakirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …