Xweserîxwazên Moravyayê li dijî guherîna navê Komara Çek derdikevin

Rêvebiriya Komara Çek dixwaze navê welat biguherîne û di dewsa wê de ‘Czechia” (Çekya) bi kar bîne. Derdorên xweserîxwazên li Moravyayê li dijî vê amadekariyê derdikevin û difikirin ku vî navî cihêrengiya welat nîşan nade. Piştî ku rêvebiriya komarê ji bo guherîna vî navî serî li Neteweyên Yekbûyî da, li herêma Moravyayê nerazîbûn zêde bû.

Rêxistinên Moravyayê bi armanca protestokirina vê biryarê bang li alîgirên xwe kirin ku di 23’yê Nîsanê de li paytexta herêmê Brnoyê xwepêşandanekê li dar bixin. Serokê partiya xweserîxwaz Ondřej Hýsek jî ji kovara Nationaliayê da xuyakirin ku Komara Çek welatekî zêde navendî ye. Hýsek dibêje ku ji bo 10 milyon welatiyan 14 herêm hatine damezrandin û herêm bi tenê % 8’ê bacê û şaredarî ji % 22’yê bacê berhev dikin. Li gorî wî, rêvebiriya Prag bi tena serê xwe ji % 70’yê hemû baca li welat berhev dike.

czechlands2

 

Moravya heta 1918’an herêmeke xwedî meclîsa xwe ya xwerêvebirina herêmî bû ku jê re Diet dihat gotin. Di navbera her du şerên cîhanê yên duyemîn de Moravya tevlî Sîlezya, Bohemya, Slovakya û Rûtenyaya Karpatyayê parçeyeke Çekoslovakyayê bû.

Li Moravyayê nasnameya herêmî qasî ku xwerîxwaz hêvî dikin ne xurt e. Li gorî encamên serjimara 2011’an, di ser 500,000’i kesên di nava 1.3 milyon şêniya herêmê de nasnameya xwe wekî moravyayî dane xuyakirin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …