Zarokên Çîtagongê êdî bi zimanê dayikê perwerde dibin

Li herêma Çîtagong a li Bangladaşê pêşketina di perwerdeya zimanê dayikê de pêşî lê digire ku zarok dest ji dibistanê berdin. Zarok bi pirtûkên nû yên dersê yên bi zimanê wan hatine nivîsandin û ji mamosteyên nû yên ku bi zimanê wan perwerdeyê didin kêfxweş in.

Li ser biryara hikumeta Bangladeşê ya di 2017’an de, Desteya Neteweyî ya Mifredatê û Pirtûkên Dersê di çend zimanên mezin ên xwecî de -Çakma, Marma û Tripûra- pirtûkên dersê weşandin. Heta aniha li herêma Çîtagongê bi zimanê bangla ku zimanê fermî yê Bangladeşê ye perwerde dihate kirin. Di encamê de zimanên xwecî yên herêmê roj bi roj paş ve diçû û hin zarok jî ji ber dijwariya perwerdeya bi banglayê terka dibistanan dikirin.

Ofîsa Perwerdeya Seretayî ya Herêmî diyar dike ku heta aniha  zêdetirî milyonek pirtûkên bi zimanên dayikê li Rangamati hatiye belavkirin û ji bo perwerdeya bi zimanên xwecî zêdetirî 700’î mamoste hatine perwerdekirin.

Mamosteyên li dibistanên Rangamati didin zanîn ku pistî belavkirina pirtûkên bi zimanên dayikê rêjeya terkirina perwerdeyê kêm bûye. Mamoste Jonaki Tripura di vê mijarê de wiha diaxive: “Piraniya xwendekarên min kêfxweş in ku pirtûk bi zimanê dayika wan in û derfeta axaftina zimanê malê di jiyana wan a rojane ya dibistanê de û ne tenê di axaftinê de lê di fêrbûnê de jî ji bo serfiraziya di azmûnan de baweriyê jî dide wan.”

Suimathui Marma jî pesnê perwerdeya zimanê dayikê dide û wiha diaxive: “Kurê min ê mezin Îndra Çakma aniha ne tenê li male bi endamên malbata xwe re zimanê dayikê dipeyive lê di heman demê de dikare bi vî zimanê binivîse jî. Ev jî me pir kêfxweş dike.”

Mixabin li hemû herêma Çîtagongê rewşa perwerdeya bi zimanên xwecî ne di astekê baş de ye. Li Kaghaçarî ku zêdetirî 30 hezar xwendekarên ji pêşdibistanê heta pola duyemîn a dibistana seretayî  hene lê mamosteyên ku bi pirtûkên nû perwerdeyê bidin kêm in. Li Bandarbanê jî hejmara mamosteyên bi pirtûkên nû perwerdeyê bidin têr nake. Li aliyekî din, li vê herêmê 11 zimanên xwecî tê axaftin lê heta aniha bi tenê bi sê zimanên xwecî yên navborî pirtûkên dersê hatine weşandin.

Kurtedanasîna Çîtagongê

Çîtagong ku jê re Herêmên bi Gir ên Çîtagongê (bi zimanên herêmê Parbatya Çattagram) jî tê gotin, erdeke ku berfirehiya wê 13,295 km2 ye û li başûrêrojhilatê Bangladeşê ye. Li gorî serjimara 2011’an nifûsa herêmê di ser 1,500,000 re ye. Ji ber koçberiya ji derve hejmara kesên ne xwecî gihîştiye nîvê nifûsê. Li herêmê gelên xwecî yên bi nave çakma, marma, trîpura, tançangya, çak, panko, mru, murun, bawm, luşaî û khyang ku hemû ji wekî cumma tên binavkirin, dijîn.

Di salên 1970 û 80’yan de hikumetên Bangladeşê xwestin li herêmê rûniştvanên bengal bi cî bikin û bi vî awayî karaktera etnîk û olî ya Çîtagongê biguherînin. Ji wê demê û vir ve gelên xwecî yên Çîtagongê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonîst a hikumetên Bangladeşê têkoşînê dikin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …