Yewnaniya Calabriyayê ji holê radibe

Zimanê yewnanî ya li başûrê Îtalyayê tê axaftin dike ji hole rabe. Axêverên zimanê kevnar ê vê herêmê êdî li hember pêşveçûna îtalî nekarin zimanê xwe biparêzin.

Li Îtalyayê greko û griko ku her du jî zaravayên cuda yên yewnanî ne, wekî zimanên kêmar ên yewnan bi fermî tên naskirin. Ev her du zarava ji aliyê yewnanên li Calabriyayê tên axaftin. Ev zaravayên ku tê texmînkirin ji vir 2700 berê di dema kolonîzasyona Yewnana Antîk de li herêmê ciyê xwe girtine, aniha bilez ji hole radibin.

Greko êdî ji aliyê hejmareke pir kêm ên gundiyan ku qasî 200-300 kesî ne tê axaftin. Di hin raportên xweşbîn de hejmara axêveran qasî du sê hezar tê dayîn. Gundên Greco lê tê axaftin li herêmeke çiyayî ya li berpalên Çiyayê Aspronteyê cî digirin. Ev herêm hîn jî wekî “Area Grecanica” Herêma Yewnan tê binavkirin. Ev herêm parçeyeke “Magna Graecia” (Yewnanîstana Mezin) ye ku di dîrokê de gelek erdên li derdorê parçeyek wê bûn. Zimanê yewnanî heta sedsala 14’emîn li herêmên Calabria, Basilicata, Puglia û rojhilatê Sîcîlyayê ku li ser Magna Greciayê bûne, zimanê serdest ê civakê bûye.

Kurtedîroka yûnanên Calabriyayê

Dîrokzan li ser hin teoriyên bicîbûna yewnanan a li başûrê Îtalyayê disekinin. Li gorî teroriyekê, di dema Yewnana Antîk de di sedsalên 7 û 8’emîn ê BZ (Beriya Zayinê) de ew hatine herêmê. Teoriyeke din destnîşan dike ku ew di dema belavbûna Bîzansê de hatine herêmê. Teoriya dawî jî dibêje ku yewnanên ji ber dagirkirina Osmanî reviyane li herêmê bi cî bûne. Lê dive bê gotin ku ev her sê teorî jî rast in; ji ber ku di van her sê demên dîrokî de yewnan ber bi Îtalyayê ve koç kirine.

Paşveçûna zimanê yewnanî

Faktorên ku zimanê yewnanî mecbûr kirine gav bi gav paş ve biçe belavbûna latînî û katolîkiyê bûye. Zimanê yewnanî her dem bi desteka Dêra Ortodoks a Yewnan li herêmê li ser piya maye. Belavbûna katolîkiyê li herêmê bingeha zimanê yûnan lawaz kiriye û tevlî latîniyê ziman li herêmê bi sînor kiriye.

Bi destpêkirina Risorgimento (pêvajoya yekbûna Îtalyayê) îtaliya modern di sedsala 19’emîn de gihiştiye Calabriyayê. Lewma dîroka îtaliya standard a li ser zaravaya Toscana hatiye damezrandin li herêmê ji 100 salan ne zêdetir e.

Asîmîlasyona dema faşîzmê

Zimanê yewnanî di dema rejîma faşîst a Mussolini de rastî zilmê û asîmîlasyonê hatiye. Kesên zimanê yewnanî axivîne wekî padekî (ehmeq) hatine binavkirin û heqaret li wan hatiye kirin. Di vê demê de gelek axêverên ziman mecbûr mane ku di nava ziman û çanda îtalî de bihelin. Bi taybetî dê û bav ji bo pêşeroja zarokên xwe mecbûr mane serî li ber polîtîkaya asîmîlasyonê bitewînin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …