Li Albanyayê şerê ziman

Herêma başûrê Albanyayê ya li ser sînorê Yûnanîstanê ji ber mafên kêmara yûnan gelek caran hatibû rojeva her du dewletan. Di meha Gulanê de heman herêm îcar bi nîqaşên zimanên li ser tabelayên rê ket rojevê. Rêvebiriya Albanyayê di 5’ê Gulanê de 35 tabelayên rê ku bi yûnanî û albanî hatibûn nivîsandin ji ciyê wan rakirin û du roj paşê tabelayên nû di dewsa wan de danîn.

Saziya Rê ya Albanî ragihand ku li ser tabelayên kevn albanî piştî yûnanî hatiye nivîsandin û rêgezên nivîsandina zimanê albanî û zimanên kêmar ji bo tabelayên rê binpê kirine. Saziyê da zanîn ku divê navên ciyan di destpêkê de bi zimanê albanî bê nivîsandin û pişt re bi zimanên kêmar bên nivîsandin.

Herêma di navbera Albanya û Yûnanîstanê de

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama jî li ser mijarê nêrînên xwe vegot û diyar kir ku “armanca guherandina tabelayên rê ne binpêkirina mafên ziman ên kêmara yûnan in.” Bi ya Rama vê xebatê ji bo bicîanîna rêgezên ji bo ewlakariya riyan hatiye kirin.

Lê wiha xuya dike ku guherandina tabelayên rê ji ber zextên neteweperestên albanî hatiye kirin. Rektorê kevn ên Zanîngeha Tîranê Şezayî Rrokaj di hevpeyvîna xwe ya di Independent Balkan News Agencyê de diyar dike ku ‘Zimanên kêmar divê di asta lokal de bên bikaranîn û ew nikarin bibin zimanê yekemîn.’

Kêmara yûnan a li welat qasî ji % 0.9’ê 3 milyon nifûsa Albanyayê pêk tîne û piraniya wan li herêma başûr ku berfirehbûna wê qasî 5,000 qaremetre ye dijîn. Yûnan vê herêmê parçeyeke herêma Epirus a li bakurêrojavayê Yûnanîstanê ye dihesibînin û lewma jê re dibêjin Voryo Epirus (Epirusa Bakur), Li navendên ku zimanê yûnan ji aliyê ji % 20’ê rûniştvanan tê axaftin yûnanî ligel albanî zimanê fermî ye. Hejmara yûnaniyên vê herêma ku nêzîkî 200 hezarî ye.

Tabeleya riya Finiki nîşan dide. Li jor bi albanî, di binê wê de bi yûnanî hatiye nivîsandin

Albanya û Yûnanîstan peymana hevalbendiyê di nava xwe de îmze kirine. Lê hîn jî çareseriyeke dawî ji mafên kêmara yûnan a li Albanyayê û mafên albaniyên di piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji Yûnanîstanê hatine qewirandin nehatiye dîtin. JI bilî van mijaran, hevdîtinên li ser sînorên deryayî yên di navbera her du dewletan de jî hîn bi encam nebûne. Hejayî gotinê ye di 30 salên dawî de ji ber rewşa aboriya li welat 600 hezar albanî koçî Yûnanîstanê kirine û li wir bi cî bûne.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …