“Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” hate weşandin

Ji Gulana 2016ê ve bia kurdî wan nivîsan diweşîne ku em li ser wan fikirîne. Mîsyona me ew e ku divê em girîngîyê bidin qaîdeyên rêzimana kurdî û di heman demê de girîngîyê bidin “nûçegihaniya mafparêz.”

Ferhengoka Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî ya Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorên bianet kurdî yê amade kirine hate weşandin. Ferhengok ji bo “Projeya Kitêbxaneya Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêba Destan a Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê hatiye amadekirin. 

Ferhengok berhemeka nûçegihaniya zayenparêz a bianetê ye û di hundirê xwe de gotinên ji bo Nûçegihaniya Zayenda Civakî dihewîne.

Bianet dixwaze ku vê ferhenga dijîtal di nava demê bi peyvên nû berfirehtir bike.  

Amedekarên ferhengokê di pêşgotinê de li ser vê berhemê dîtinên xwe wiha anîne ziman:

Dema ku têkiliya me ya şexsî bi kesên dî re nebe civak wan çawa li me bide nasîn em ê wan welê nas bikin. Bîra civakê wek mîratekê ye û ji pêşiyên me ji me re maye. Heke em ne li çînên/sinifên mirovên dezavantaj bin mesela em mêrên heteroseksûel bin, çêdibe ku em ji bo dîtina mafên wan kesên LGBTI kor bin.

Berpirsiyarîya bianetê li vê derê xwe eşkere dike. Divê em mafên wan ferq bikin, bizanin ragihandineka dî jî mumkin e û ji bo em mafên wan ferq bikin divê her car em ji xwe bipirsin gelo em nûçeyan çawa binivîsin em ê mafên wan binpêbikin/binpênekin?

Ji Gulana 2016ê ve bia kurdî wan nivîsan diweşîne ku em li ser wan fikirîne. Mîsyona me ew e ku divê em girîngîyê bidin qaîdeyên rêzimana kurdî û di heman demê de girîngîyê bidin “nûçegihaniya mafparêz.”

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …