Li Kerkûkê xwendina Kurdî di rewşek xirab de yeLi Kerkûkê xwendina zimanê Kurdî ji ber gelek pirsgirêkan di rewşek xirab re derbaz dibe. Mamosta û rêvebirên xwendina Kurdî li Kerkûkê dibêjin ‘di qirîzê de ye’ û divê hikûmeta Herêma Kurdistan li Kerkûkê rewşa zimanê Kurdî yekalî bike.
Pirsgirêka zimanê Kurdî li Kerkûkê ne ji niha de heye. Ev bi dehan sal in pirsgirêka zimanê Kurdî li Kerkûkê nehatiye çareserkirin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û şûnde jî pirsgirêk hîn zêdetir bûne.
Li Kerkûkê 500 dibîstanên girêdayî Rêveberiya Xwendina Kurdî hene. Lê piraniya van dibistanan kevnin û di salên 1970-1980’an de hatine avakirin. Ji mara avahiyên wan kêm in. Ji ber wê wekî sê deman têde perwerde tê dayîn. Ger bi vî awayî berdewam bike, wê di sala bê de li hinek dibistanan rojê wekî sê demên cûda ji bo xwendinê wext were veqetandin. Ji bilî vê kelûpelên di nava dibistanan de jî kevnin û hinek ji wan bi kêrî karanînê nayên.
Zêdetirî 105 hezar xwendekar li beşên zimanê Kurdî de li parêzgeha Kerkûkê dixwînin. 7 hezar xwendekar û karmend jî erkdarin. Mamosta û xwendekarên zimanê Kurdî rexne li wê yekê dikin ku wekî xwendina ser bi Wezareta Perwerdê ya Iraqê giringî bi wan nehatiye dayîn.
Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ji ber koçberbûnê gelek mamosta û xwendekar ji xwendinê qut bûn. Ev yek jî metirsiyek mezin li cem dilsozên xwendina Kurdî çêkir. Lê piştre vegeriyan bajêr û cardin destbi xwendina xwe kirin. Li gorî rêveberên perwerdê diyar dikin, jimara mamosta û xwendekarên ku heya niha ne vegerîne Kerkûk gelek kêmin.
Yek ji mamostayên perwerda zimanê Kurdî Perwîn Fatih ji Rojnews’ê re axivî û rexne li Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistan wekî pêwîst bi mere nabe alîkar. Di ser vê yekê re li Kerkûkê hikûmeta Iraqê dijbertiyek mezin li hemberî xwendina Kurdî dike.”
‘Em di nava du hikûmetan de asê mane’
Sîstema xwendina Kurdî li Kerkûkê heman sîsteme ya ku Wezareta Perwerdê ya hikûmeta Herêma Kurdistan destnîşan kiriye. Lê ezmûn bi ser Iraqê ne. Di vê derbarê de jî Perwîn Fatih got: “Em di nava du hikûmetan de asê mane. Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistan rewşa xwendina Kurdî li vî bajarî yekalî bike. Hikûmeta Herêma Kurdistan bi yekcarî pişta xwe daye xwendina zimanê Kurdî. Heya niha em beşdarî tu semîner, panêl an jî konferansek ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo pêşxistina perwerdê hatibe lidarxistin nebûne.”
Cudatir ji deverên din ên Başûrê Kurdistan, mezûnên zanîngeh û peymangehan ên Kerkûkê zêdetir bi fikarin ji bo erkgirtinê. Ji ber ku mezûnên ser bi xwendina Wezareta Perwerdê ya Iraqê li heman bajar zûtir tên erkdarkirin. Ev yek jî heya astek xendekarên beşên Kurdî bê hêvî kirine.
‘Li Kerkûkê xwendina Kurdî di krîzekî mezin de ye’
Endamê Desteya Parastina Mafê Mamostayan Karzan Mihemed got ku li Kerkûkê xwendina Kurdî di krîzekî gelek mezin de û got; “Li Kerkûkê tomarkirina xwendekarên nû ji sedê 50 kêm bûne. Em dikarin bêjin ku li xwendina Kurdî li Kerkûkê berbi tinebûnê ve diçe. Sedema wê ewe ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pişta xwe dayeyê.”
‘Mamosta li gorî têxwestin nikarin erkên xwe pêk bînin’
Endamê Desteya Parastina Mafê Mamostayan Karzan Mihemed wiha domand: “Mamosta li gorî pêwîst nikarin erkên xwe pêk bînin. Ji ber ku di navbera herêmê û Bexdayê de mane û ji derfetên herêmê û Bexda bêparin. Lewma mamosta ji erkên xwe sar bûne.
Pirsgirêkeke din îsal ji bo dibistanên Kurdî derketiye. Ev jî kêmbûna pirtûkan bû. Ji ber ku ji ser sedema hebûna nuqteyên gomrika di navbera Kerkûk û Silêmanî û Hewlêr û Kerkûkê de hatin dayîn û wergirtina bacek zêde, pirtûkên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê negihiştin Kerkûkê û ji bo wezaretê hatin vegeandin. Lewma îsal xwendekar pirtûkên kevin bi kar tînin.
Li gel van hemû pirsgirêkan jî, Rêveberiya Xwendina Kurdî yekane rêveberiya Kurdî ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an li Kerkûkê karên xwe berdewam dike.
Jêder: Rojnews