Rêbera Rastnivîsînê hat weşandin

Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in.

Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê di derbarê rastnivîsîna kurmancî de berhemeke giranbuha weşand. Bi berhema Rêbera Rastnivisînê mebest ev e ku nîqaşên di derbarê rastnivisîna kurmancî de ji hole bê rakirin.

Rêbera Rastnivîsînê piştî civînên li Amed. Mêrdîn û Stenbolê ku gelek pisporên zimanê kurdî beşdar bûn, hat amadekirin. Amadekarên Rêbera Rastnivîsê ev in: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun.

Di derbarê weşandina vê berhemê de Weqfa Mezopotamyayê daxuyaniyekê da. Daxuyaniya Weqfa Mezopotamyayê wiha ye:

“Weqfa me ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bi kurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bêjeyan hebû. Di vê çarçoveyê da di bin banê weqfa me da, di sala 2015an da Komxebata Kurmancîyê hat avakirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser zimanî didomînin.

Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Ji ber vê yekê me serê ewil xebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da pêşîya xwe û piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir û wekî pirtûk çap kir.

Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em vê xebata xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibêjin, hemû ziman mîrateya mirovahîyê ne. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.” 

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê. Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin …