Myanmar li benda federalîzmê ye

 

 

 

Piştî serkeftina hilbijartinê ya Yekitiya Neteweyî ya Demokrasiyê ya li Myanmarê, gelek derdor li benda gavên vê partiyê yên ji bo guherandina sîstemê ne. Serokê partiyê Aung San Suu Kyi soz dabû ku ew ê Myanmarê veguherîne dewleteke federal.

Di hilbijartinê de partiya Suu Kyi di ji % 60’ê kursiyên Senatoyê û ji % 58’ê kursiyên li Parlamentoyê bi dest xist. Lê li gorî qanûnê, wê ji % 25’ê hemû wekîlên parlamentoyê ji aliyê artêşê ve bên diyarkirin û vê yekê jî destûrê dide ku bandora artêşê li ser hikumetê bidome.

Piraniya partiyên gelên kêmar ên welat ku bûn xwediyê % 9’ê kursiyên parlamentoyê, teahud kirin ku ew ê êdî serxwebûnê nexwazin lê di dewsa wê de ew ê li ser damezrandina sîstemeke federal bisekinin. Heft herêmên kêmarên etnîk- Rakîn, Çîn, Kaçîn, Şan, Karen, Mon û erdên gelê bamar lê dijîni, daxwaz dikin ku dewlet hin hêzên rêvebirinê transferê herêmên wan bike.

Herêmên Myanmarê heta astekê xwedî xweseriyê û hêza qanûnçêkirinê ne lê divê qanûnên ji aliyê wan tên qebûl bikin adapteyê qanûnên giştî bên kirin. Nûnerên etnîk demeke dirêje daxwaz dikin ku bila hikumeta navendî nikaribe midaxeleyê wan bike.

Yek ji mijareke ku divê çareyekê jê re bê dîtin rewşa herêma Rakînê ye. Li vê herêmê bi salane di navbera bûdîstên ku piraniya nifûsê pêk tînin û kêmara rohîngya ya misilman de pevçûn didomin. Hikumeta Myanmarê statuya hiqûqî ya gelê rohîngyayê nas nake û îdîa dike ku ew koçberên ku ji Bangladeşê hatine.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …