Ûygûr daxwaza self-determînasyonê dikin

 

 

 

 

 

Di 60. salvegera damezrandina Herêma Xweser a Tirkîstana Rojhilat (Xinjiang) de Çîn pesnê xweseriya vê herêmê da. Çînê diyar kir ku li Tirkîstana Rojhilat di 60 salên dawî de pêşketineke berfireh derketiye holê. Kongreya Ûygûr a Cîhanê jî bi daxuyaniyekê daxwaza mafê self-determînasyonê kir.

Bi minasebata xweseriya herêmê ya ya ji aliyê rejîma Çînê, hikumeta Pekînê raporteke bi sernivîsa Li Tirkîstana Rojhilat Şahidiya Dîrokî ji bo Wekheviya Etnîk, Yekitî û Pêşketinê weşand. Di raportê de hat diyarkirin ku li herêmê standarên jiyanê bilind bûne û di gelek qadan de civak pêşketiye.

Kongreya Ûygûr a Cîhanê di daxuyaniya xwe de li dijî helwesta Çînê ya li ser herêmê û wiha got: “Nîşaneya mezinbûnê ya di sedsala 21. de ne bi riya dagirkirin, bixwevekirin û kolonîkirina neteweyên din damezrandina împaratoriyeke sûnî lê rêzgirtina ji tercîhên siyasî yên neteweyên din a bi riya naskirina self-determînasyonê ya navneteweyî ye.”

Di 1944’an de tevgera rizgariya ûygûr serxwebûna Tirkîstana Rojhilat îlan kir û Yekitiya Sovyetê destekê da vê dewleta dem kurt. Piştî Şoreşa Çînê ya di 1949’an de Rêvebiriya komunîst a di bin seroktiya Mao de erdên ûygûr dagir kir. Xweseriya niha ya Tirkîstana Rojhilat di 1’ê Cotmeha 1955’an de hat naskirin. Di çarçoveya xweseriyê de li vê herêmê gelê ûygûr û komên etnîk ên din ên wekî kazax û kirgiz hatin naskirin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …