Xweseriya lokal a Bolîvyayê bala cîhanê dikişîne

 

Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Siles diyar kir ku pêvajoya xweseriya şaredariyan a li Bolîvyayê bala welatên li cîhanê dikişîne û van welatan dixwazin bi rêvebiriyên şaredariyê welatî wî re têkiliyan ava bikin.

Li paytexta Bolîvya La Pazê bi beşdariya şaredariyên li welat bernameyeke li ser pêvajoya xweseriya şaredariyên hat lidarxistin. Di bernameyê de Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Hugo Siles Núñez del Prado da xuyakirin ku pêvajoya xweseriya lokal a Bolîvyayê di Forûma Cîhanê ya Pêşketina Aboriya Lokal de ku hefteya borî li bajarê Torîno yê li Îtalyayê hat lidarxistin bala beşdaran kişandiye. Li gorî wezîr, gelek rêvebiriyên şaredariyên cîhanê bi armanca şopandina pêvajoya xweseriya lokal a li Bolîvyayê dixwazin bi wan re têkiliyan ava bikin.

Di bernameya li La Pazê temayên wekî pêşketina hiqûqa xweriya lokal û amadekirina statuyên şaredariyan û problemên ku di vê pêvajoyê de derketine holê hatin nîqaşkirin.

Li Bolîvya piştî Destûra Bingehîn a 2009’an sîstema xweseriyê hat avakirin. Destûra bingehîn welat wekî “pirneteweyî û komunîter” û xwedî “xweseriyan” ku “li ser bingeha pluralîzma siyasî, aborî, hiqûqî, çandî hatiye damezrandin” bi nav kir. Destûra bingehîn mafê xweseriya hemû herêm û komên etnîk naskir.

Înfowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …