Welatiyên Norfolkê ji bo xweseriyê meşiyan

 

 

 

 

 

Welatiyên Norfolkê ji ber sebeba ku rêzê ji mafê wan ê xweseriyê re nagire Awistralyayê rexne dikin. Komeke nû ya sivîl ku ji siyasetmedar û welatiyên giravê pêk tê, daxwaz kir ku Norfolk têkeve lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya erdên ne xwedî xwerêvebirinê ne.

Di 27’ê Îlonê de bi sedan norfolkî li dijî biryara betalkirina hêza qanûnçêkirina giravê meşiyan. Beriya meşê jî saziyeke sivîl a bi navê Gelê Girava Norfolkê ji bo Demokrasiyê ku daxwaz dikir Norfolk têkeve lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya erdên ne xwedî xwerêvebirinê, hat damezrandin.

Raporeke 2014’an a Parlamentoya Awistralyayê diyar kiribû ku problemên nifûsê û aboriyê ya Norfolkê incax dikare bi entregrasyoneke xurtir a Norfolkê bi Awistralyayê ve bên çareserkirin. Lê hikumeta Norfolkê vê red kiribû dengdayinekê lidarxistibû. Di dengdayina di Gulana 2015’an de  ji % 68’ê welatiyên giravê ji Awistralyayê daxwaz kiribûn ku li ser siberoja siyasî ya Norfolkê referandûmekê li dar bixe. Lê digel vê daxwazê, Awistralya di heman mehê de xweseriya saziyên giravê betal kiribû.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …