Xweserî û dewletên piştî Sovyetê

 

 

Will Kymlicka: Tekane mînakên welatên rojhilata Ewropayê ku xweseriya herêmî qebûlkirine ciyên ku kêmarên neteweyî li derveyî hiqûqa heyî îktîdarê bi dest xistine û  bêyî rizaya hikumeta navendî xweseriya de facto damezrandine.

Di van rojên reş ku dewletê bi hemû hêza xwe têkbirina serhildana kurd ji xwe re kiriye armanc de, dîroka nêzîk a xweseriyê ya li Balkan, rojhilata Ewropayê û Sovyeta kevn di vê mijara xweseriyê de rastiyên balkêş li ber çavên me radixin. Piraniya şerê naxweyî ya li welatên piştî Sovyetê ji ber betalkirina xweseriya herêman an redkirina daxwazên damezrandina xweseriyeke herêmî pêk hatin. Di encama trajediiyên mezin ên şerê naxweyî de piraniya herêman ji dewletan veqetiyan an xweseriya wan hat naskirin.

Salên 1990’an bûn salên zêrîn ên neteweperestiyê û dewletên nû hatin damezrandin. Komên etnîk ên li herêman bi giranî ji ber helwesta navendîparêz a dewletan ji bo xweseriyê ketin nava tevgerê. Jahra neteweperestiyê bi riya partiyên nû hatin damezrandin ku di gelek mînakan de berdewama elîtên siyasî yên berê bûn, di nava civakê de belav bû. Di encama vê seferberiya neteweperestiyê de dewletên nû helwesteke tund li dijî xweseriya heyî an daxwazên xweseriyê nîşan dan.

Polîtîkaya dijberiya xwerêbiriya komên etnîk di 1989’an de bi Sirbîstana di bin rêvebiriya Miloşevîç de dest pê kir. Mîloşevîç di heman salê de xweseriya herêmên Kosowayê û Vojvodinayê betal kir. Siyaseta pan-sirbîst a Mîloşevîç li Kosovayê rastî berxwedana albaniyan hat û bi zextên Sirbîstanê re paralel berxwedana albaniyan veguherî şerê çekdarî. Di encama midaxaleya NATO’yê ya di 1999’an de Kosowa ji Sirbîstanê hat veqetandin û di 2008’an de jî serxwebûna xwe bi dest xist.

Di heman pêvajoyê de Kafkasya jî bû herêmek ku dewletên nû yên navendîparêz û komên etnîk hatin pêşberî hev. Di 1989’an de Osetyaya Başûr li Gurcîstana nû daxwaza xweseriyê kir.  Lê Gurcîstanê vê qebûl nekir û piştî Şerê Osetyaya Başûr a di 1991-92’an de Osetya ji Gurcîstanê veqetiya. Di dema vî şerî de Konseya Leşkerî ya Gurcîstanê dawî li xweseriya Abhazyayê jî anî  û ev jî bû sebeba şerê Abhazyayê. Ev herêm jî wekî Osetyayê bi desteka Rûsyayê ji Gurcîstanê veqetiya.

Li Azerbaycana li rojhilatê Gurcîstanê jî rêvebiriya neteweperest di 1989’an de dawî li xweseriya Nagorno-Karabagê anî. Helbet ermeniyên li herêmê vê qebûl nekirin û di 1991’an de bi referendûmekê ji serxwebûnê re gotin erê. Midaxeleya artêşê rastî dij-êrîşa hêzên hevpar ên Ermenîstanê û hêzên herêmî hat û di encama şerê 1991-93’an de  ji % 9’ê erdên Azerbaycanê hatin dagirkirin.

Lekolîner Will Kymlicka ku li ser van mînakan disekine dibêje ku dewletên li van herêman nû hatin damezrandin pirî caran di destpêkê de “xweseriya kêmaran ji holê radikin” û ev jî dibe sebeba şerê navxweyî .

Kymlicka gotinên xwe wiha didomîne: “Tekane mînakên welatên rojhilata Ewropayê ku xweseriya herêmî qebûlkirine ciyên ku kêmarên neteweyî li derveyî hiqûqa heyî îktîdarê bi dest xistine û  bêyî rizaya hikumeta navendî xweseriya de facto damezrandine. Di van mînakan de tekane alternatîfa li dijî xweseriya de facto midaxaleya leşkerî û şerê navxweyî ya potansiyel e. Li herêma Trans-Dinyester a Moldovayê, li Abhazyaya Gurcîstanê, li Krajinaya Hirwatîstanê, li Kirima Ûkraynayê û li Nagorno-Karabaga Azerbaycanê ev pêk hatiye. Heta di van mînakan de piraniya welatan di dewsa muzakeraya xweseriyê de şerê navxweyî tercîh kirine û bi tenê dema ku ew bi hêza leşkerî bi ser neketine xweseriyê qebûl kirine.”

Necat Ayaz

Jêder: Azadiya Welat

                                                                                                                                                         

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …