Li Baskê bernameya ji bo girtiyên nexweş

 

 

 

 

Bernameya ji bo serbestberdana girtiyên bask ên nexweş a li Bilbaoyê bi dawî bû. Bernameya bi navê Etxea Gunea çar roj dom kir û di vê demê de gelek çalakiyên cihêreng ên ji bo kişandina bala raya giştî hatin lidarxistin.

Etxea Gunea navê meydaneke navendî ya li Bilbaoya li Welatê Bask e û wateya wê Meydana Gilover e. Însîyatîfa malbatên girtiyên siyasî yên bask, bi armanca serbestberdana girtiyên nexweş ku tedawîkirina hin ji wan êdî ne pêkan e,  di 20’ê Cotmehê de li vê meydanê dest bi çalakiyeke 4 rojan kir.

Preso-gaixoak-ETXERA-GUNEA2

Slogana vê însîyatîfê “Em hemû xwedî kilîd in” bû û bi vî awayî dihat gotin ku ji bo rizgarkirina girtiyên nexweş her mirov dikare tiştekî bike. Di her çar rojan de li meydana navborî nîqaşên li ser rewşa girtiyan hatin lidarxistin û çalakiyên çandî hatin pêşpêşkirin.

Di girtîgehên Îspanya û Fransayê de li derdora 420 girtiyên bask hene. Di dema aktîfbûna ETA’yê de van girtiyan ji hev hatin qutkirin, li girtîgehên cûda hatin bicîkirin, derfetên wan ên tenduristiyê hat bisînorkirin û gelek ji wan ji civakê hatin îzolekirin.

Digel ETA şerê xwe yê çekdarî bi dawî kir, dewleta îspanyol berevajiya ku kiryarên xwe yên li hember girtiyan baştir bike, wekî berê domand. Niha li girtîgehên Îspanyayê 11 girtiyên siyasî yên bask bi giranî nexweş in û divê bi awayekî lezgîn serbest bên berdan.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …