Hikumeta xweserîxwaz a Korsîkayê tê damezrandin

 

Piştî hilbijartinên herêmî yên li Fransayê, hikumeta yekemîn Korsîkayê ku doza self-determînasyonê dike wê bê damezrandin.

Girava Korsîkayê ya girêdayê Fransayê piştî hilbijartinên herêmî, rojên dîrokî dijî. Piştî têkoşîna Max û Edmond Simeoni ku 50 sal ajot, wê kurê Edmond Simeoni hikumeta yekemîn a ku doza mafê self-determînasyona Korsîkayê dike damezrîne.

images2

Di tûra yekemîn a hilbijartinê de alîgirên serxwebûnê 32,000 deng wergirtin û di tûra duyemîn a di 13’yê Kanûnê de dengê heman derdorê derket 52’000’an. Bi dûv vê serkeftina dîrokî ya koalîsyona xweserîxwaz a bi navê Pe A Corsica, di rojên derbasbûyî de Parlamentoya Korsîkayê ya li paytext Aiacciu/Ajaccio bi merasîmeke hestiyar hat vekirin.

Jean-Guy Talamoni bû berdevkê nû yê parlamentoyê û 8 wekîlên ji koalîsyona xweserîxwaz ji bo damezrandina hikumetê hatin peywirdarkirin.

Înfowelat

 

 

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Konfederalîzm ji Belçîkayê re nabe

Ez vê wekî “modela cappucino” pênase dikim: Di bin banê vê de wê li hemû …