Federaliya alman ji jakobeniya fransî serkeftîtir e

Ji bilî plûralîzma di warê biryara siyasî de, li Almanyayê derfetên xizmetên tenduristiyê jî di nava eyaletan de bi denge û wekhev hatine parvekirin. Tora enstîtuyên lêkolînên zanistî û zanîngeh di dewsa ku li çend navendên mezin kom bibin, li her aliyê welêt belav bûne.

Li cîhanê belavbûna korona di derbarê sîstema heyî yên welatan de gelek nîqaşan bi xwe re tîne.

Yek ji van, pergala siyasî û modelên rêvebirina dewletan e.

Li Ewrûpayê nîqaşa herî mezin a di vê mijarê de, li ser modela navendîparêz a Fransayê û federalîzma Almanyayê tê kirin.

Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin li Almanyayê li derdora 6 hezar e lê hejmara qurbaniyên li Fransayê digihîje 23 hezaran.

Dema zêdebûna nifûsa Almanyayê jî li ber çavan bê girtin, ev ferqeke mezin e.

Eyaletên Almanyayê

Yek ji sebebên vê cudahiya berbiçav a di navbera her du welatan de, modela wan a rêvebirinê ye.

Almanya xwedî modela federal e ku erkên xwerêvebirinê di navbera hukumeta navendî û eyaletan de hatine parvekirin.

Eyaletên Almanyayê, ligel gelek erkên din, di mijara xizmetên tenduristiyê de jî biryarên xwe didin.

Bo nimûne, di destpêka krîza koronayê de hukumeta federal a li Berlînê wekî hukumetên din ên Ewrûpayê rewşa awarte ranegihand.

Serokwezîr Angela Merkel, di derbarê cidiyeta rewşê de hemû welat agahdar kir û girtina hin tevdîran pêşniyaz kir.

Biryarên esasî yên ji bo şerê li dijî koronayê, li 16 eyaletên Almanyayê hatin girtin.

Angela Merkel

Ji bilî plûralîzma di warê biryara siyasî de, li Almanyayê derfetên xizmetên tenduristiyê jî di nava eyaletan de bi denge û wekhev hatine parvekirin.

Tora enstîtuyên lêkolînên zanistî û zanîngeh di dewsa ku li çend navendên mezin kom bibin, li her aliyê welêt belav bûne.

Ev yek jî destûrê dide ku her eyalet bernameyeke kêrhatî ya ji bo bisînorkirina nexweşiya koronayê amade bike û wê bi serfirazî bimeşîne.

Li aliyekî din, li Fransaya ku xwedî mîrateya jakobene hemû erkên rêvebirinê di destê navendê de kom bûye.

Çanda burokratîk ku ji dema Şoreşa Fransayê maye, nahêle herêm bibin xwedî erkên pêwîst ku bikaribin xwe birêve bibin.

Ji ber vê modela navendîparêz, encamên biryareke şaş a rêvebiriya li Parîsê, bandorê li hemû aliyê Fransayê dikin.

Rêvebiriya Fransî niha jî dike gaveke din a bi vî rengî bavêje ku encamên wê dikare li ser hin herêman giran bin.

Hukumet radigihîne, wê di 10’ê Gulanê de li çaraliyê welêt rewşa awarte bê rakirin.

Gelo di mijara xetereya koronayê de rewşa Parîsê û Bordoyê an herêma Alsas û Bretonyayê yek e ku di heman rojê de derbasî rewşa asayî dibin?

Lê destûra bingehîn a fransî ev erka mezin daye serokê Fransayê Makron û ew jî dikare bi tena serê xwe vê biryara mezin bide.

Emmanuel Macron

Di ragihandina rewşa awarte ya ji aliyê serokê fransî ve jî jî heman tişt pêk hatibû.

Dema Makron ji bo eşkerekirina biryara rewşa awarte derket pêşiya kamerayan haya siyaseta fransî jê tunebû ew ê çi bêje.

Tê îdîakirin, agahiyên di derbarê vê axaftinê de bi tenê 4 saet berê gihîştiye ber destên wezîrên hukumeta fransî.

Bi kurtahî, di ser împarator Napolyon re 200 sal derbas bûye lê hîn jî serokên fransî erkên pir mezin bi kar tînin û wekî Napolyon tevdigerin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …