savoy

Savoy doza mafên xwe dike

Yek ji herêma di bin serdestiya Fransayê de ku rastî polîtîkayên navendîkirinê û înkarkirina neteweyî hatiye Savoy e. Di ser dagirkirina vê herêmê re du sed sal zêde derbas bûye lê hîn jî komeke ji civaka vê herêmê daxwaza naskirina nasnameya herêmê dike.

Savoy navê erdeke xwedî nasnameyeke dîrokî ye ku li rojhilatê Fransayê, li ser sînorê Swîsreyê û îtalyayê cî digire. Ji aliyê çandî, mîmarî û ziman ve herêm xwedî kelepûreke dewlemend e. Mixabin vê dewlemendiya dîrokî ji aliyê rêvebiriya Fransayê ve wekî parçeyeke nasnameya Savoyê nayê naskirin. Herwiha, bi awayekî fermî Savoy wekî naveke dîrokî ya vê herêmê jî nayê naskirin.

Dewletê di dema dagirkirinê de navê Mont Blanc ku di heman demê de navê çiyayê herî mezin ê Fransayê Û Ewrûpayê ye, li aliyê başur ê vê herêmê kiriye û navê aliyê bakur jî kiriye Savoya Jor. Lê ev nayê vê wateyê ku dewletê hebûna Savoyê naskiriye. Savoy û Savoya Jor di parvekirina îdarî ya Fransayê de du bajarên (departmant) cuda pêk tînin. Berfirehbûna erdên her du bajaran di ser 10,000 km² re ye. Nifûsa Savoya Jor nêzîkî 800, 000 û ya Savoyê 430,000’e.

Di destpêka salên 1970’an de bilindbûna tevgerên herêmparêz û neteweperest bandorê li Savoyê jî kiriye û di 1972’an de Tevgera Herêma Savoyê (MRS) hatiye damezrandin. Endamên vê rêxistinê ji Fransayê daxwaz kirine ku her du bajarên Savoyê bike yek û ji bo vê ji nava civakê 100,000 îmze berhev kiriye. Ev daxwaz ji aliyê dewletê hatiye redkirin û di nava pêvajoyê de vê tevgerê nikaribûye desteka xwe ya di nava civakê de vegerîne hebûneke polîtîk.

Alîgirên mafên Savoyê piştî demeke dirêj, cara duyem di salên 2000’an de aktîvîzmeke din a ji bo Savoyê dane destpêkirin. Bi mebesta balkişandina mafên polîtîk û çandî yê herêmê, di Gulana 2012’an de rêxistina bi navê Hikumeta Demborî ya Dewleta Savoyê hatiye damezrandin. Ev rêxistin ji heşt rêxistinên cihê yê Savoyê pêk hatiye û li Fransa, Ewrûpa û cîhanê doza Savoyê bilind dike. Rêxistin ji Fransayê dixwaze ku peymanên parastina ziman û kêmaran îmze bike û wan di nava sînorên xwe de bimeşîne. Yek ji van Peymana Ewrûpî a Zimanên Herêmî û yên Kêmar in ku Fransa tekane dewlete wê îmze nekiriye.

Piştî qebûlkirina Deklerasyona Mafên Kesên Endamên Kêmarên Neteweyî an Etnîk, Olî û Zimanî, di 2014’an de rêxistineke din a Savoyê a bi navê Midûrtiya Karên Savoyê- Direction aux Affaires Savoisiennes (DAS) hatiye damezrandin.  Ev rêxistin bo Savoyê doza mafên kêmaran dike. Lê Fransa bi hinceta ku qanûna bingehîn a wê hebûna kêmaran qebûl nake, hemû daxwazên bi vî rengî red dike.

Kurtedîroka dagirkirina Savoyê

Savoy di Serdema Navîn de herêmeke xweser a di navbera Qralîyeta Fransa, Swîsre û dewletên îtalyan de bûye. Di dawiya sedsala 18’emîn de Fransa ber bi Îtalya’yê ve erdên xwe berfireh kiriye û paşê midaxeleyê Îtalyayê kiriye. Di encama vê de  Savoy xweseriya xwe winda kiriye. Hêzên Şoreşa Fransî di navbera 1792’an û 1815’an de Savoyê dagir kirine û ji herêmê du departmanên nû çêkirine. Lê bi awayekî fermî ev yek ji aliyê Îtalyayê ve nehatiye naskirin.

Dimeke dirêj a piştî dagirkirina herêmê, Qraliyeta Sardînyayê ya îtalî bi armanca pêkanîna projeya xwe ya Yekitiya Îtalyayê pêdiviyê bi desteka Fransayê dîtiye. Qraliyetê di berdêla desteka Fransayê de serdestiya vê dewletê ya li ser Savoyê bi Peymana Torînoyê ya 1860’an de naskiriye. Savoyiyan vê peymanê qebûl nekirine û bi mebesta lêdarxistina referandûmekê ya li ser pêşeroja herêmê serî rakirine. Rêvebiriya Komara Sêyemîn a Fransayê daxwaza gelê herêmê qebûl nekiriye û ji bo têkşikandina serhildanê bi hezaran leşkeran şandiye herêmê. Ev jî bûye bidawîanîna hêviyên gelê herêmê ya bi serbestî diyarkirina qedera xwe.

Rewşa ziman

Di dîrokê de zimanê xwerû yê Savoyê franko-provençal bûye ku ji bilî herêmê, li rojavayê Swîsreyê, li Aostayê ku herêmeke îtalyayê ye dihat axaftin. Mixabin ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ya Fransaya komarger, vî zimanî li Fransayê dike ji holê rabe. Tê texmînkirin ku li Savoyê û li hin aliyên herêma Rhone Alpesê ku her du erdên Savoyê girêdayê wê ne, hejmara kesên vî zimanî diaxivin di bin 100,000 de ye. Piraniya kesên franko-provençal diaxivin li gundan dijîn û temenê wan di ser 60’î re ye.  Zimanê franko-provençal herî baş li herêma xweser a Aostayê hatiye parastin. Franko-provençal ligel Îtalî li Aostayê zimanê fermî ye.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …