Metîn Dag
Diya min a rehmetî çîrokek digot: “Mirovên xwedî rûmet û xisletên baş, ji zayînê heta mirinê nirxên xwe winda nakin; yên ku ne xwedî nirx in jî, paşê nikarin wan bi dest bixin.”
Diya min a rehmetî çîrokek digot: “Mirovên xwedî rûmet û xisletên baş, ji zayînê heta mirinê nirxên xwe winda nakin; yên ku ne xwedî nirx in jî, paşê nikarin wan bi dest bixin.”
Çîrok wiha bû:
Demekê, axayekî dewlemend, rûmetdar û xwedî xislet hebû. Axatiya wî ji bav û kalan dihat; yanî ne axayekî ji nûha bû. Ew mirovekî alîkar û destvekirî bû. Lê bi demê re serweta xwe winda kir û xizan ma. Ji bo kar, çû gundekî din. Axayê wî gundî, bi zilm û zordariyê, bi her birdoziyê textê desthilatê girtibû û serweta xwe kom kiribû; yanî axayekî “kone” bû.
Axayê xizan çû ba axayê kone û kar jê xwest. Wî axabûna xwe neanî ziman, got tenê qehweyê baş çêdike û wisa dest bi kar kir.
Baz…
Rojekê, ji axayê kone re bazek wekî diyarî hat. Dost û hevalên wî yên sexte pesnê baz dan. Axayê kone ji axayê xizan pirsî, çima ew tevlî vê pêşbaziya pesindayînê nabe. Axayê xizan got, “Baz ne ajalekî esîlzade ye.” Gava lêkolîn kirin, diyar bû ku di dema nêçîrê de diya baz hatiye kuştin, hêkên wê di nav hêkên kurkan de hatine hiştin û wisa eslê xwe winda kiriye.
Hesp…
Rojek din, hespekî neesîlzade wekî diyarî ji axayê kone re hat. Dostên sexte dîsa pesnê axa û hesp dan. Axayê kone nêrîna axayê xizan pirsî. Wî got, “Ev hesp jî ne esîlzade ye.” Gava lêkolîn kirin, diyar bû ku diya hesp esîlzade bû, lê bi xeletî bi hespekî neesîlzade re cot bûye.
Etar…
Axayê kone ji axayê xizan pirsî, “Ez axayekî çawa me?” Axayê xizan bersiv da: “Tu axayekî kone yî, ne esilzadeyî!.” Axayê kone hêrs bû û bi dû şopa diya xwe ket. Fêm kir ku ji bavê wî zarok çênebûye, diya wî ji tirsan bi etarekî ku hatibû gund re raketibû û ew ne zarokê bavê xwe yê rastîn bû.
Ozlem Çerçîoğlu…
Van çend rojan, tê nîqaşkirin ku Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê, Ozlem Çerçîoğlu, dibe ku derbasî AKP’ê bibe. CHP vê yekê wekî xiyaneta li dengên gel û tevgereke ne li gorî qadên demokratîk e û şermezar dike. Ev şaredar, çend sal berê, dema hê di CHP’ê de bû, di operasyoneke li dijî Efrînê de navê xwe li ser bombeyekê nivîsîbû û îmze kiribû. Lê ne ji partiya wê ne jî ji raya giştî bertekek mezin derneketibû.
Yên “kone”, hûn di kîjan cihê vê çîrokê de ne?
Foto: Bombeya ku navê Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê ya CHPê li ser hatîye nivîsandin.