Nuqteyên giring:
Amerîka belgeya Stratejîya Neteweyî ya Ewlehîyê ragihand.
Polîtîkaya Amerîkayê ya ji bo parzemîn û herêmên cîhanê di belgeyê de cî digire.
Amerîka ji bo ji Nîveka Rojavayê Cîhanê (her du parzemînên Amerîkayê)dûr bikevin gef li hêzên din ên cîhanê dixwe.
Berevajîya polîtîkaya adetî ya Amerîkayê, vê carê Rojhilata Navîn wekî herêmeke stratejîk û krîtîk nayê pênasekirin.
Rêveberîya heyî ya Ewrûpayê tê rexnekirin û Washington dibêje wê “berxwedana li hemberî rêya polîtîk a di nava neteweyên ewrûpî de teşwîk bike.”
Rêveberîya Donald Trump esasên polîtîkaya Amerîkayê ya ji bo cîhanê ragihand. Belgeya ji 30 rûpelan pêk tê ji polîtîkaya navneteweyî ya berê bi rengekî radîkal vediqete. Polîtîkaya Amerîkayê ya ji bo parzemîn û herêmên giring ên cîhanê di belgeya Stratejîya Neteweyî ya Ewlehîyê de cî digire.
Alîyê herî balkêş ê stratejîya nû ya rêveberîya Amerîkayê, di derbarê parzemînên Amerîka û Ewrûpayê de ye. Giringiya herdu parzemînan ji bo Amerîkayê di asta herî bilind de tê qebûlkirin. Amerîka îdîa dike li Ewrûpayê “şaristanî hildiweşe” û tê gotin, divê Amerîka bikaribe “Ewrûpayê ji nû ve rake ser pîyan.”
Parzemînên Amerîkayê
Herdû parzemînên Amerîkayê bi têgîna “Nîveka Rojavayê Cîhanê” wekî xala yekemîn di belgeyê de cî digire. Ji bo parzemînên Amerîkayê vê tesbîta balkêş tê kirin:
“Piştî ku bi salan hat îhmalkirin, DYA wê ji bo restorekirina serdestîya xwe ya Nîveka Rojavayê Cîhanê û parastina welatê me û bi serbestî gihîştina me ya li cografyayên giring ên hemû herêmê, Doktrîna Monroeyê bimeşîne.” Di belgeyê de Amerîka ji bo ji Nîveka Rojavayê Cîhanê dûr bikevin gef li hêzên din ên cîhanê dixwe û dibêje wê destûrê nede tu hêz “materyalên krîtîk” kontrol bikin.
Asya
Parzemîna herî mezin ê cîhanê Asya di belgeya strateîjya neteweyî ya Amerîkarîkayê de cîyekî berfireh digire. Belge balê dikişîne ser pêşketina aborîya Çînê û pêdivîya balansa bazirganîyê ya Amerîkayê ya bi vî welatî re. Polîtîkaya berfirehkirina kontrola Çînê ya li Deryaya Başûrê Çînê wekî “xetereyeke ewlekarîyê” tê pênasekirin. Herwiha, herêma tê destnîşankirin, Hînd-Pasîfîk ji sêyan yekê hemû Hilberîna Navmalî ya Serê Her Kesekî (HNN) pêk tîne û giringiya hebûna Amerîkayê ya li herêmê tê destnîşankirin.

Rojhilata Navîn
Di Stratejîya Neteweyî ya Ewlehîyê ya Amerîkayê de ji Rojhilata Navîn re beşeke taybet hatîye veqetandin. Berevajîya polîtîkaya adetî ya Amerîkayê, vê carê Rojhilata Navîn wekî herêmeke stratejîk û krîtîk nayê pênasekirin. Sebeba vê yekê bi kêmbûna rola herêmê ya di warê peydekirina enerjîyê tê îzehkirin. Tê dîyarkirin, “rêûrêbazên peydekirina enerjîyê gelek zêde guherîye û DYA careke din bûye welatekî ku enerjîyê îxracat dike.”
Di berdewama vê de van tesbîtên balkêş ji bo herêmê tê kirin: “Ciyê kêfxweşîyê ye, rojên ku Rojhilata Navîn hem ji alîyê plansazîya dem dirêj hem jî sepandina rojane ya plansazîyê ve di polîtîkaya derve ya Amerîkayê de serdest bû, bi dawî bûn. Ev nayê vê wateyê ku Rojhilata Navîn êdî xema Amerîkayê ye lê ji ber ku ew wekî berê êdî ne mijareke serêşîyê û karesatê ye.”
Sûrîye di belgeyê de wekî “problem” tê pênasekirin û di derbarê wê de vê tesbîtê tê kirin: “Sûrîye hîn jî problemeke potansîyel e lê bi desteka amerîkî, ereb, îsraîl û tirk dikare ciyê wê yê rast a wekî lîstikvanekî pêwîst û erênî ya li herêmê stabîl bike.
Ewrûpa
Di Stratejîya Neteweyî ya Ewlehîyê ya Amerîkayê de gelek tesbîtên nîqaşbar ji bo Ewrûpayê tê kirin. Tê dîyarkirin, aborîya Ewrûpayê di warê HNNê de ji sala 1990î û heta niha ji % 25 paş ve çûye û van gotinên giran ji bo parzemînê tê kirin: “Lê vê paşveçûna aborîyê ligel hilweşîna şaristanîyê ya zelal pêk tê.”
Bi van gotinan polîtîkaya Ewrûpayê ya Ûkraynayê tê rexnekirin û daxwaza aştîyê ya civaka Ewrûpayê tê destnîşankirin: “Piranîya ewrûpîyan aştîyê dixwazin lê ev yek ji ber ku hikumet proseyên demokratîk lawaz dikin, bi giranî alîyê polîtîkayê ve nayê dîtin.
Tevlî van tesbîtên nîqaşbar jî giringîya Ewrûpayê ya ji bo Amerîkayê bi van hevokan bi zelalî tê qebûlkirin: “Tevlî vê jî, Ewrûpa ji alîyê stratejîk û çandî ji bo DYAyê parzemîneke jîyanî ye. Bazirgaînya Transatlantîkê yek ji stûnên aborîya global e û halxweşîya Amerîkayê ye.
Hin hedefên Amerîkayê yên ji bo Ewrûpayê wiha tên rêzkirin:
- Jinûveavakirina şertûmercên îstikrara di nava Ewrûpayê de û îstikrara wê ya stratejîk a bi Rûsyayê re;
- Destekirina Ewrûpayê da ku ew rabe ser pêyan û wekî komeke neteweyên serwer tevbigere;
- Teşwîqkirina berxwedana li hemberî rêya polîtîk a di nava neteweyên ewrûpî de;
- Avakirina neteweyên bi tendurist li herêmên navîn, rojhilat û başûrê Ewrûpayê bi rêya pêwendîyên bazirganî, firotina çekan, hevkarîya polîtîk û danûstendinên çandî û perwerdehîyê.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat