Rûsya testên çekên atomê dinirxîne

Nuqteyên giring 

  • Rûsya li hember gotinên Trump, ceribandina çekên atomê dinirxşîne
  • Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê di civîna xwe de vê meseleyê gotûbêj kir
  • Trump ji bo jinûvedestpêkirina ceribandnên atomê ferman dabû Pentagonê
  • Hejmara bombeyên atomê yên Amerîka û Rûsyayê li derdora 11 hezarî ye. 

Rûsya destpêkirina cerinandinên çekên nukleerî dinirxîne. Agahîya derbarê vê mijarê de ji alîyê Vladimir Putin ve hat ragihandin. Putîn ji wezaretên parastin û karên derve daxwaz kir, “pêşnîyazên di derbarê amadekarîyên destpêkirina ceribandinên nukleerî” de pêşkêşî wî bikin.

Serokê Rûsyayê van gotinan di civîna konseya ewlekarîyê de kir. Wezîrê Parastinê Andrei Belûsov di heman civînê de pêşnîyaz kir, bi rengekî lezgîn  amadekarîyên ji bo testên nukleerî bikin. Belûsov ji bo ciyê testên atomê jî giravên Novaya Zemlyayê pêşnîyaz kir. Ev girav li bakurê Rûsyayê ne ku beşeke ji herêma Arktîkê ye.

Gotinên Putîn ên derbarê mijarê de rasterast bersiva ji bo Trump e. Trump gotibû, wî ji bo jinûvedestpêkirina testên atomê ferman daye Pentagonê. Paşxaneya ku derî li pêşbirkeke çekên nukleerî vedike xwe dispêre dîplomasîya Trump a ji bo şerê li Ûkraynayê. Trump dixwaze şer bi dawî bike  lêbelê dike nake nikare Putîn qayil bike. Loma jî Trump bi vê helwesta tund li ser Rûsyayê zextan bike.

Rûsya ji hilweşîna Yekitîya Sovyetê û vir ve çekên atomê ne ceribandîye.Yekitîya Sovyetê cara dawî di 1989an de li Kazakistanê bombeyeke atomê test kiribû. Rûsya di salên dawî de di minawreyên leşkerî de kapasîteya xwe ya çekên balîstîk pêş xistibû. Tevî vê jî, di minawreyan de heta niha çekên nukleerî nehatibûn ceribandin.

7 welat xwedî çekên atomê ne

Li cîhanê 15,000 çekên nukleerî hene ku 11 hezar ji wan di destên Rûsya û Amerîkayê de ne. Çîn, Brîtanya, Fransa, Hîndistan, Îsraîl, Pakistan û Koreya Bakur welatên din in ku xwedî van çekan e. Mesrefa salane ya ji bo van çekan tê kirin li derdora 90 milyar dolarî ye.

187 dewletên cîhanê Peymana Dorfireh a Qedexekirina Testên Nukleerî (CTBT) îmze kirine.  Rûsya di sala 2000î de vê peymanê erê kiribû lêbelê di 2023an vekişiyabû. Amerîka û Çîn heta niha vê peymanê îmze nekirine.

Infowelat

Foto: Ceribandineke fuzeyeke balîstîk a Rûsyayê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka rêya Euroclearê girt

Kurteya nûçeyê YE di civîna dawî de naveroka alîkarîya ji bo Ukraynayê zelal nekir Lîderên …