Partiyên serxwebûnxwaz li Kaledonya’ya Nû xurt dibin

Partiyên siyasî yên daxwaza serxwebûna Kaledonya’ya Nû dikin ji 54 kursiyên di Kongreya Kaledonya’ya Nû de 26 kursiyan bi dest xistin. Di encama hilbijartina 12’yê Gulanê de hat lidarxistin de bi tenê 2 kursî man ku partiyên serxwebûnxwaz piraniyê bi dest bixin.

Partiyên alîgiriya yekitiya bi Fransayê re dikirin di hilbijartinê de 28 kursî bidest xistin û bi vî awayî piraniya di kongreyê de ji destên xwe bernedan. Calédonie Ensemble ku partiyeke navendîparêze û di hibijartina 2014’an de bûbû hêza yekemîn a siyasî, di vê hilbijartinê de bi tenê 7 kursiyan bi dest xist. Ev partî Kaledonyayê wekî ‘neteweyeke biçûk a di nava Fransayê de’ bi nav dike û dixwaze xweseriya girava Kaledonyaya Nû bidome. Hevgirtina bi navê L’Avenir en Confiance ku naxwaze hêzên nû transferê giravê bên kirin di hilbijartinê de 18 kursiyan bi dest xistin.

Piştî referendûma 2018’an a ji bo mafê diyarkirina qederê (self-determination), ev hilbijartina yekemîne ku li giravê tê lidarxistin. Di referandûmê de ji % 43’yê welatiyên Kaledonyayê ji bo serxwebûnê dengên xwe bi kar anîbûn.

Kongre wekî parlamentoya Kaledonya’ya Nû tevdigere û di çarçoveya statuya xweser a welat de “lois de pays” ango “qanûnên welat” qebûl dike. Yek ji peywira Kongreyê hilbijartina hikumeta xweser e. Li gorî rêgeze konsosiasyonê, hikumeta giravê aliyên navendîparêz û serxwebûnxwaz tîne cem hev.

Tê texmînkirin ku referendûmeke din a ji bo statuya welat wê di 2020’an de bê lidarxistin. Ji ber ku Peymana Noumea’yê ya di navbera Fransa û hêzên giravê de hatibû îmzekirin diyar dike ku bi dengên ji yekan sisê yên endamên Kongreyê referandûm dikare bê lirdarxistin. Hêza serxwebûnxwaz FLNKS Eniya Rizgariya Neteweya Kanak û Sosyalîst ji aniha ve daye zanîn ku ew daxwaza referandûmeke din dikin.

Kaledonya’ya Nû ji giraveke mezin û çend giravên biçûk ên li Okyanûsa Pasîfîkê ne pêk tê. Berfirehbûna hemû giravan 18,576 km2’ye û nifûsa wan 270 hezarî ye. Di sala 1853’an de welat bûye koloniyeke Fransayê û ji Parîsê ve hatiye rêvebirin. Ji 1976’an û şûn ve gelê Kanak ji bo serxwebûna welat dest bi têkoşînê kiriye. Di 1998’an de di navbera hêzên giravê û Fransayê de Peymana Noumeayê ku hêzên xweseriyê dida welat hat îmzekirin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …