Bouganville ber bi serxwebûnê ve gaveke girîng avêt

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê çend girav mane ku hîn ji nîrê kolonyalîzmê rizgar nebûne. Yek ji wan, Bouganville e ku di 40 salên dawî de di bin dagirkirina Papûa Nîw Gîneyê (PNG) de ye. Bi mebesta diyarkirina qederê, di 23’yê Mijdarê de li vê giravê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin.

260 hezar welatiyên li Bouganvillê dijiyan û kesên ku 6 meh beriya referandûmê li giravê bi cî bibûn, dengên xwe bi kar anîn. Li aliyekî din, bouganvilliyên li Papûa Gîneya Nû û li welatên din dijîn jî dikarin beşdarê vê referandûmê bibin.

Hukumeta PNG’ê û Herêma Otonom a Bouganvilleê ji bo lidarxistina referandûmê saziyeke serbixwe ya bi navê Komîsyona Referandûma Bouganvilleê damezrandin. Bertie Ahern ku serokê kevn ê Îrlandayê ye wekî serokê vê komîsyonê hat peywirdarkirin.

Ji ber hebûna gelek giravokên biçûk, navendên li zozanan û beşdariya referandûmê ya li derveyê welêt, wê dengdayîn heta 7’ê meha bê dom bike. Tê plankirin ku piştî bi çend rojan bidawîbûna bikaranîna dengan, wê encamên referandûmê bên diyarkirin.

Bouganville giraveke li başûrêrojavayê Pasîfîkî ye û 900 km dûrî Papûa Gîneya Nû ye. Nifûsa giravê di ser 300 hezarî de ye lê digel kêmbûna nifûsê, girav ji aliyê çavkaniyên xwe yên binerdê ve, bi taybetî bi hebûna sifir û zêr gelek dewlemend e. Ji ber vê yekê, vê giravê herdem bala hêzên kolonyalîst kişandi ye ser xwe û demeke dirêj di destên Împaratoriya Almanyayê de maye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de girav ji aliyê Awistralyayê ve hatiye dagirkirin. Bi vekişîna hemwext ya Awistralyayê ji PNG’yê û Bouganvilleê ya di 1975’an de, îcar PNG giravê dagirkiriye û heta niha jê derneketiye.

Di 1988’an de Artêşa Rizgariya Bouganvillê hat damezrandin ê vê rêxistinê, bi armanca serxwebûna  giravê şerê çekdarî da destpêkirin. Şerê li giravê heta 1998’an dom kir û li derdora 15 hezar kes hatin kuştin. Gelek wargehên sivîlan ji aliyê hêzên dagirker û hevkarên wan ên li giravê ve hatin şewitandin û aboriya giravê hilweşiya.

Bi peymana aştiyê ya 2001’an, dawî li pevçûnê hat û xweseriyeke bisînorkirî ya Bouganvilleê ji aliyê PNG’ê ve hat qebûlkirin.  Di sala 2001’an de Herêma Xweser a Bouganvilleê hat damezrandin. Bi heman peymanê hat qebûlkirin ku referandûma ji bo serxwebûnê di navbera salên 2015-19’an de bê lidarxistin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …