Porto Rîko dixwaze statuya wê zelal bibe

Girava Porto Rîko ev bû 122 sal in di bin kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.

Li gorî statuya wê ya fermî, ew dewleteke ku bi serbestî tevlî Amerîkayê bûye tê hesibandin.

Helbet di eslê xwe de rewş qet ne wiha ye.

Ji ber ku vê giravê, di 1898’an de ji aliyê hêzên amerîkî ve hatiye dagirkirin.

Lê Washingtonê heta niha ne wê wekî kolonî qebûl kiriye û ne jî vê giravê kiriye parçeyeke hiqûqa xwe.

Tunebûna derfetên xwerêvebirinê û bi vê re jî, lawaziya aboriya giravê, dibe sebeb ku welatî terka cîûwarên xwe bikin û koçî Amerîkayê bikin.

Niha nifûsa Porto Ricoyê li derdora 4 milyonî ye lê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  hejmara welatiyên ji giravê nêzîkî 5 milyonî ye.

Lewma siyaseta herêmî dibêje, “êdî ji nezelaliyê re bes e” û bi vê mebestê, referandûmek li dar dixe.

Referendûma statuyê wê di 3’yê Mijdarê de tevlî hilbijartinên herêmî bên lidarxistin.

Û wê ji welatiyan pirsa ku “Divê Porto Rîko bilez bibe eyaleteke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayêan na” bê pirskirin.

Rûniştinek Parlemena Porto Rîkoyê

Eger encam erênî be, wê rêvebiriya herêmî bi lez û bez daxwaza gel pêşkêşî Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.

Lêbelê bingeheke hiqûqî ya vê referandûmê tune ye û lewma jî encamên wê, rêvebiriya Washingtonê girênade.

Beşeke mezin ê Porto Rîkoyê ku li dora Partiya Serxwebûnxwaz PIP’ê kom bûne, dixwaze girav bi tevahî ji bin siya Amerîkayê derkeve û serxwebûna xwe rabigihîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …