Doza neteweyî ya Tîbetê 60 sal in didome

Dalay Lama çû Hîndîstanê û li wir hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ava kir ku bi fermî jê re Rêvebiriya Navendî ya Tîbetê hat gotin. Ligel Lama li derdora 100.000 tîbetî jî terka welatê xwe kirin. Navenda vê hikumetê li Dharamsala ya li bakurê Hîndîstanê bû.

Di 10’ê Adarê de berxwedana Tîbetê ya dijî dagirkeriya Çînê dikeve 60 saliya xwe. Di 10’ê Adara 1959’an de bi dehezaran tîbetî bi armanca parastina serokê xwe Dalay Lama dora qesra rêvebiriya Tîbetê girtin û nehiştin leşkerên Çînê ew bigirin binçavan.

Beriya serhildana Tîbetê, di 1957’an de Çînê li rojhilata Tîbetê dest bi reformên sosyalîst kiribûn. Rêvebiriya Çînê muhalefeta welatiyên Tîbetê ya li hember vê reformê bi şîdet tekbiribûn di encam de li hemû welat nerazîbûn belav bûbû. Ji ber çewsandina hêzên Çînê gelek kes ji herêma rojhilat reviyabûn û hatibûn li navenda Tîbetê bi cî bûbûn.

Bêîteatiya sivîl a tîbetiyan li paytext Lasa (Lhasa) bi rojan ajot û welatiyên beşdarê ve serhildanê bûn ji Çînê xwestin artêşa xwe ji Tîbetê vekişîne. Hikumeta komînîst a di bin rêvebiriya Mao Zedung de kurtedemek beriya vê serhildanê ji bo kontrolkirina hemû erdên Tîbetê hêzeke mezin a leşkerî şandibû herêmê.

Mixabin vê bêîteatiya sivîl kurtedemek şûn de li Tîbetê vegeriya şerekî bixwîn. Hêzên Tîbetê yên baş nehatibûn biçekirin, xwe li hember artêşa Çînê ya bihêz negirtin û têkçûn. Di encam de bi hezaran tîbetî hatin kuştin û bi hezarên din jî ku di nava wan de Dalay Lama jî hebû mecbûr man terka welat bikin.

Dalay Lama çû Hîndîstanê û li wir hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ava kir ku bi fermî jê re Rêvebiriya Navendî ya Tîbetê hat gotin. Ligel Lama li derdora 100.000 tîbetî jî terka welatê xwe kirin. Navenda vê hikumetê li Dharamsala ya li bakurê Hîndîstanê bû. 60 sal di ser dagirkirina welat re derbas bûye lê hîn jî alîgirên vê hikumetê doza xweseriyeke berfireh a Tîbetê dikin û daxwaz dikin ku mafên wan ên dîrokî li wan bên vegerandin.

Piştî dagirkirina Tîbetê, Çînê hemû xebatên siyasî yên xweserixwazên tîbetî qedexe kir û dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê kir. Asîmîlasyona Çînê perwerdeyê wekî qadeke bingehîn dibîne û bernameya bi navê ‘ji nû ve perwerdeya welatparêziyê’ tê xwestin ku nasnameya Tîbetê ji holê bê rakirin.

Tê diyarkirin ku li Tîbetê di salên dawî de qasî 150 kesî ji bo protestokirina polîtîkayên Çînê xwe şewitandine. Ev jî nîşan dide ku daxwazên azadiyê yên li vî welatî piştî 60 salan hîn jî dom dike. Tîbetî ji bilî vekişandina hêzên Çînê, azadiya olî, azadiya çandî û derfetên bêtir bikaranîna zimanê xwe daxwaz dikin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …