Civak

Li Yewnanîstanê xwepêşandana antî-faşîst

Li Yewnanîstanê bi armanca protestokirina kuştina muzîsyenekî ji aliyê neo-Naziyan ve, xwepêşandaneke antî-faşîst hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn rû da. Li derdora 10,000’î çepgir bi armanca protestokirina muzîsyen Pavlos Fyssasê 34 salî ku ji aliyê alîgirê partiya faşîst Berbanga Zêrîn di …

Bêtir »

“Bêyî ku mirov dev ji nasnameya xwe berde, dikare aboriyê ji nû ve saz bike”

Li bajarokê Odenayê ya li ser Barselonayê, di 22’yê Îlonê de Sêyemîn Festîvala Şeytanokan hat li dar xistin. Serokê Meclîsa Wilayeta Barselonayê Salvador Esteve ku beşdarê festîwalê bû, da xuyakirin ku “bêyî ku mirov dev ji nasnameya xwe berde, dikare aboriyê ji nû ve saz bike.” Endamê Meclîsa Barselonayê yê …

Bêtir »

Konferansa “Tecrûbeyên welatan û pêvajoyên çareseriyê” bi dawî bû

konferansa ceribandinên welatan 2013

Konferansa ku ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Başûrêrojhilata Anatoliyê (GABB) ya bi navê “Di Avakirina Aştiyê de Hevdîtina Rêvebiriyên Xwecîhî” di 21-22 Îlonê de li Amedê hat li dar xistin, bi dawî bû. Axaftina yekemîn  a konferansê ji aliyê Cîgirê Şaredariya Batmanê Serhat Temel ve hat kirin. Temel di axaftina xwe …

Bêtir »

FARC “navberekê” da hevdîtinên aştiyê

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin ku ew ê navberekê bide hevdîtinên pêvajoya çareseriyê ya bi hikumeta Kolombiyayê re. Di daxuyaniyê de pêşniyaza damezrandina Meclîsa Neteweyî ya Damezrîner ji nû ve hat kirin. Rêxistinê, di 22’ê Tebaxê de diyar kir ku ji bo analîzkirina pêşniyaza referandûmê ya …

Bêtir »

Bi milyonan kedkar li Kolombiyayê daketin kolanan

Bi milyonan kolombiyayî di 19’ê Tebaxê de ku roja neteweyî ya greva qadên gundewar hatibû deklerekirin, li gelek bajaran daketin kolanan. Di meşan de polîtîkayên neoliberal a dewletê yên li hember kedkaran hatin şermezakarkirin. Meş û çalakiyên girseyî ku ji aliyê sendîkayên cihêreng û rêxistinên sosyal ên li welat hatin …

Bêtir »

“Ji bo avakirina modelên mîkro divê têkoşîn bê organîzekirin, hişmendî bê afirandin û saziyên lokal bên bikaranîn”

Rewşenbîr û sosyologê navdar James Petras, ji bo di derbarê emperyalîzm û kapîtalîzmê de biaxive, li ser vexwendina sendikaya LAB’ê hat welatê Baskê. Endamên çapemeniya LAB’ê bi Petras re  di derbarê Kapîtalîzmê, şoreşa li Venezûela û li ser rewşa welatê Baskê hevpeyvînekê kirin. Petras di bersiva xwe ya ji bo …

Bêtir »

“Civîna antî-kapîtalîst” a li Bolîvyayê bi dawî bû

Li Bolîvyayê “Cîvîna Antîkapîtalîst” a ku di navbera 31’ê Tîrmehê û 2’yê Tebaxê de hat li dar xistin, bi dawî bû. Di civîna ku bi armanca “parastin û destekirina” serokê Bolîvyayê Evo Morales a li hember helwesta hin dewletên ewropî hat li dar xistin de, beşdariya dewletê wekî Arjantîn, Brezîlya, …

Bêtir »

Şêweyên muzîka Başûrê Kafkasyayê

Sê xwendekarên ji DYA’yê û Cebelîtarikê bi armanca lêkolîn û tomarkirina muzîka gelêrî ya Başûrê Kafkasyayê, dest bi xebatê kirin. Xwendekar, piştî xebata xwe yê li qadê, dixwazin encamên bi dest xistine li ser malperekê biweşînin. Şîrketa bi nave Kickstarter a xwedî mezinbûneke mitewazî ye, vê projeyê fînanse dike. Projeya …

Bêtir »