Navendake lêkolînê ya alternatîf: DEMOS

 

Li Tirkiyeyê navendeke lêkolînê ya bi navê Navenda Lêkolînê Demos hat vekirin. Demos ji aliyê çend kesên ku dixwazin bi hev re di warê civakî de agahiyên alternatîf biafirînin, li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê hat damezrandin.

Di danasîna saziyê de Demos wiha tê terîfkirin: “Demos civakeke ku tê de gelên bê dewlet, kêmar, kom û kolektîfên xwedî nasnameyên cuda bi hev re dijîn û li ser bingeha prensîba aştî û wekheviyê hatiye damezrandin xeyal dike û wekî armanc li ser sekinandina daxwazên gel û nasnameyên di vî warî de dide pêşiya xwe.”

Demos li gorî vê naveroka xebata xwe dixwaze lêkolîn, proje, panel, konferansan li dar bixe û werger û weşanê bike û bi vî awayî alîkariya polîtîkayên bihevrejiyinî bike.

Warên sereke yên xebata saziyê wiha hatine diyarkirin:

  • Xweserî, rêvebiriyên kêmar, xwerêvebirin,
  • Aştî, hişê (hafize) civakî û rûbirûmayina bi paşerojê re,
  • Mafên mirov, welatîbûn û demokrasî,
  • Rojhilata Navîn,
  • Tevgerên civakî.

Rêgezên saziyê jî wiha ne:

  • Demos rêxistineke ku ji dewlet, hikumet şîrket û partiyên siyasî serbixwe ye.
  • Demos mafên unîversal a mirov, wekheviya zayendî, dijberiya li dijî rêgezên cudaxwaziyê dipejirîne.
  • Bihevrebûna xweza-civakê rast dibîne û li dijî hilweşîna ekolojiyê disekinei.
  • Dixwaze agahiyên ku hildiberîne li gorî feydeya gel be, agahî zelal bin û bi hêsanî mirov bikaribe bigihîjê.
  • Dixwaze mafên çandî, civakî û aborî yên gelên otokton û gelên di bin xetereya tunebûnê de ne bên xurtkirin.

 

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …