Rêwîtiya Amedê ber bi UNESCOyê

 

 

Ji bo Amed bikeve nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCOyê tenê çend ro man. Di civîna ku dê li bajarê Bonnê yê Almanyayê bê pêkanîn de ji bo Amed bikeve “mîrateya cîhanê” dê biryara dawîn bê wergirtin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli jî dê ji 2ê tîrmehê pê ve beşdarî civîna nirxandina endamtiyê bibin.

Sûrên dîrokî ku sembola bajêr in, bi nivîsar û fîgurên ser dişibin muzeyeke servekirî, bi 5 hezar û 700 metir dirêjî û 12 metir bilindiya xwe bi hezaran salan e li ser aqarekî 700 hektarî hebûna xwe didomîne ligel Baxçeyên Hewselê ji bo “Mîrateya Cîhanê” bêne tescîlkirin hemû amadekarî bi dawî bûn. Civîna UNESCOyê ku dê biryarê bide ka kîjan bajarî bo lîsteya mîrateyên çandî ya cîhanê bipejirîne, 28ê pûşperê li bajarê Bonn ê Almanyayê dest pê kir.

Civîn dê heta 8ê tîrmehê bidome, ji Şaredariya Bajarê Mezin gelek rayedarên ji beşên Rêveberiya Qadê, Avedanî, Têkiliyên Derve û Geşkirina Aboriya Xwecihî bo lobîkirinê beşdarî vê civînê bûne. Hemû belge û dokumanên ku Rêveberiya Qadê amade kiriye pêşkêşî delegasyona UNESCOyê hate kirin û piştgirî hate xwestin. Ligel Tirkiyeyê bi delegasyonên Cezayir,  Kolombiya, Finlandiya, Almanya, Hindistan, Jamaika, Japonya, Kazakistan, Komara Koreyê, Lubnan, Malezya, Peru, Filipinîyan, Polonya, Portekîz, Qetar, Senegal, Sirbistanê re têkilî hate danîn û berî biryarê xebatên danasînê bi wan re hatin kirin.

Hevşaredar 2ê Tîrmehê beşdarî civînê dibin

Di vê civînê de dê endamtiya Amedê bête guftûgokirin û hevşaredarên bajarê mezin Gultan Kişanak û Firat Anli jî dê ji 2ê tîrmehê pê ve beşdarî vê civînê bibin, ligel wan hevşaredarên Sûr û Yenîşehrê jî dê amade bin. Her weha di civînê de dê mîrateyên cîhanê yên li Suriye, Iraq û Afxanîstanê ku xetere li ser wan heye jî bêne ber gotûbêjan û banga parastinê li dewletan bête kirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …