Myanmar nêzîkî bidawîbûna şerê navxweyî dibe

 

 

Li Myanmarê koma rêxistinên etnîk û heyeta hikumetê li ser pêşnûmaya peymana aştiyê li hev kirin. Tê bawerkirin ku bi vî gavî, reorganîzasyona Myanmarê ya li ser bingeha federalîzmê hinekî din jî nêzîk bû.

Di merasîma îmzeyê ya 31’ê Adarê Serokê Myanmarê U Thein Sein jî amade bû. Sein hem heyeta hikumeta Myanmarê û hem jî Koma Kordînasyona Agirbestê ya Neteweyî ku ji 16 komên siyasî-leşkerî pêk dihat pîroz kir.

Mijarên girîng yên wekî parvekirina çavkaniyên xwezayî yên herêman û çekberdana hêzên serhildêr di pêşnûmayê de cî negirt û ji hevdîtinên bê re hatin hiştin. Hêzên herêmî ji bilî mafê bikaranîna çavkaniyên xwezayî,  daxwaza temsîlkirineke berfireh a di parlamentoya navendî de jî dikin.

Ji damezrandina dewleta Myanmarê heta niha koma etnîk bamar serdestiyê li hemû komên din ên bindest dike. Şerê çekdarî yên komên etnîk ên herêmî yên wekî karen, şan, rakhîn, mon, rohingya û kaçîn a bi armanca demokrasî û xwerêvebirinê, ji destpêka salên 1960an û vir ve didome.

Çavkanî: president-office.gov.mm

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …