Hedefa neteperestên kurd Derya Spî ye!

 

 

Serkeftina YPG’ê ya li Tel Abyadê (Grî Spî) ligel şakirina dilên gelê kurd, li ser neteweperestên kurd jî bandorekê hişt. Hin neteweperestên kurd pêşniyaz kirin ku hêzên kurd hinekî din jî pêş de herin û erdên din jî dagir bikin. Yek ji wan jî nivîskar  Îbrahîm Halîl Baran bû ku rasterast ji YPG’ê xwest ku heta Derya Spî hemû erdên li bakurê Sûriyeyê dagir bike.

Baran di gotara xwe ya ku di Rûdawê de hat weşandin de sînorê Kurdistanê yê rojavayê welat diyar kir û wiha got: “Sînorê me yê li rojava, mintiqeyên ku Torosên başûrêrohilat wekî kevanekî bi ser Derya Spî ve dirêj dibe ye.”

Baran diyar kir ku ji du aliyan ve Kurdistan digihîje Derya Spî: Ji rojavayê Kürt Dağı (Çiyayê Kurmênc) ve ku li rojhilatê navçeya Hassa ya li Hatayê ye û ji başûrê Efrînê ber bi rojava  ve bi riya mintiqeyên Herêm, Cewzê, Kepîrê, Keseb û Zîvan. Baran pê de diçe û dibêje ku Kurdistan ji Pêncwînê ya li rojhilat heta Zîvanê ya li peravê Derya Spî dirêj dibe û bi  vî awayî  “bo nimûne, petrolên Kurdistanê yên Kerkûkê wê ji bo bazara cîhanê biherike Derya Spî.”

Nivîskar di dawiya gotara xwe de ji bo Kurdistana azad û serbixwe bang li hêzên Rojava dike: “Artêşno, hedefa we ya yekemîn Derya Spî ye!”

Ji bo xwendina gotarê bitikînin

Jêder: Kurdistan-aktuel.com

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …