Festîwala Ehmedê Xanî dest pê kir

 

 

Şaredariya Çelê li Zozanê Xanê ya ku 45 km dûrî navenda navçeyê ye Festîwala Ehmedê Xanî li dar dixe.

Festîwal îsal ji ber meha Remezanê 10 roj berê, di 15’yê Hezîranê de dest pê kir. Nêzîkî 3000 kes qasî bi 300 wesayitan bi giranî ji Culemêrg, Çelê, Gever û gundên derdorê van navendan beşdarê festîwalê bûn. Şaredariya Çelê ji bo beşdaran du konên mezin amade kir.

Beşdar li qada festîwalê kon vegirtin û bi kincên xwe yên gelêrî bi muzîk û marşan govendê gerandin. Hevserokê Culemêrgê yê DBP’ê Bêrîvan Akboğa, wekîlê Culemêrgê yê HDP’ê Abdulah Zeydan, Hevserokên Şaredariya Culemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî, hevserokên Şaredariya Çelê Serwet Tûnç Hîlal Dûman, rêvebirên Culemêrg û navçeyên wê yên DBP’ê, endam û rêvebirên KURDÎ-DER, İHD, MEYA-Der û KESK’ê jî di nava beşdaran de ciyê xwe girtin.

Ji ber şerê navxweyî dewletê 19 sal derketina Zozanê Xanê qedexe kiribû. Cara pêşiyê Şaredariya Çelê di 25 Hezîrana 2013’an hatibû lidarxistin.

Jêder: Yuksekovahaber.com

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …