Barselona û Demokrasiya Bajêr

 

Dîrok

Barselona yek ji du bajarê herî mezin ê Îspanyayê ye û di heman demê de serbajarê Herêma Xweser (Otonom) a Katalonya’yê ye. Bajar bi sedan salan e bûye navenda aborî, siyasi û xebatên çandî yê gelê Katalan û deriyê bazirganiyê bi welatên Derya Spî’re. Barselonayî demeke dirêj tevlî hin bajarên din bûne deryavan, şervan û bazirganên herî wêrek ên li hemû girav û herêmên Derya Spî.

Ji bilî serfiraziya di qada xebatên aborî de, saziyên xwerêvebirinê jî li bajêr zû hatine damezrandin. Navenda Generalitat’ê ku di dîrokê de li Katalonyayê rola hikumetiyê aniye cî, li bajêr bûye. Ligel saziyên siyasî yên Katalonyayê saziyên xwerêvebirinê û yên şêwirmendiyê jî li Barselona’yê zû hatine damezrandin. Saziya şêwirmendiyê Consell de Cent (konseya sedan) ku di sedsala 13. emîn de hatibû damezrandin ji bazirgan û zenaetkarên bajêr pêk dihat. Di vê saziyê de problemên bajêr dihatin nîqaşkirin û ji bo çareseriya wan pêşniyar ji rêvebirên bajêr re dihatin kirin.

Şoreşa sanayiyê ya li Îspanyayê cara ewil li Barselonayê pêk hatiye û ji wê demê şûn de bajêr bûye xwediyê nasnameya bajarekî sanayiyê. Ev pêşketin bûye sebeba çêbûna çîneke xurt a karkeran û herekata wan. Di Şerê Navxweyî yê Îspanya’yê de (1936-39) Barselona bûye navenda tevgera şoreşgeran û heta roja dawiya şer, li hember êrîşên artêşa General Franko di ber xwe daye. Aliyekî din ê girîng ê di vî şerî de ev e ku tevgera karkeran ku piranî di destê sendikaya anarşîst CNT’de bûye, hejmareke zêde febrîqe, atolye û dikanên kesên dewlemend dagir kiriye û kolektivizasyona wan pêk anîye. Ev bûyer, bi berfirehbûn û serfiraziya xwe di têkoşîna civakî de bûye ceribandineke serkeftî û balkêş.

Piştî bidawîbûna rejîma Franko û pêkhatina mercên demokratîk li Îspanya’yê, di 1977’de Katalonya bûye herêmeke xweser û ji vê demê şûn de Barselona jî gav bi gav xweseriya xwe pêşxistiye. Bi qanûnên ji bo bajar û deveran ku di salên 1985, 1987 û 1989’an de hatine qebûlkirin, bajêr mafên berfireh ên xwerêvebirinê û aboriyê bi dest xistine. Di Qanûna Bajêr û Rejîma Deverî ya Katalonya’yê de (1987) hatiye  qebûlkirin ku “bajarê Barselonayê ji rejîmekî hiqûqî ya taybet îstifade dike”. Bi Qanûna Bajêr A Barselonayê ku ji aliyê Katalonyayê ve di 1998’an de hatiye qebûlkirin de jî Barselona bûye xwediyê statûya xwe ya aniha.

Xebatên Şaredariyê û Beşdariya Demokratîk

Şaredariya Barselonayê ji bo beşdariya gel a ji bo xebatan gelek qenal û mekanîzmayan damezrandiye. Bi vê riyê, piraniya welatiyên li bajêr bêyî ku tercîhên wan ên siyasî, çandî, olî û cînsî li ber çav bê girtin bi fikir û pêşniyarên xwe yên cûda dikarin tevlî pêvajoya beşdariyê  nîqaşan bibin. Beşdariya gel a li bajêr bi giranî bi riya tevlîbûna konseyan pêk tê. Welatî dikarin bi awayekî şexsî yan jî li ser navê komeleyekê beşdarê xebatan bibin. Ji bo welatî bi awayekî şexsî tevlî pêvajoya beşdariyê bibin divê destpêkê de navên xwe di lîsteya welatiyan de binivîsin. Paşê ji nava vê lîsteyê bi awayekî eşkere hin kes ji bo Meclîsa Konseya Bajêr tên hilbijartin. Ev meclîs ku ji bo beşdariya welatiyan organa herî bilind e û di bin seroktiya şaredarê Barselonayê de dicive, van karan dike: amadekirina raporan, destekdayina ji inisiyatif û projeyan, tawsiyeyên di derbarê politîkayên sereke de û rêvebirina şaredariyê de ji Konseya Bajêr a Barselonayê ye re, nîqaşkirina bernameya çalakiyê, butçeya şaredariyê û projeyên sereke yên bajêr, destekdayina ji konseyên din ên bajêr re û komkirina nêrinên wan û pêşniyarkirina insiyatîfên welatiyan û teşwîqkirina beşdariyê.

Ji bilî meclîsa ku hemû bajêr temsîl dike, li 10 navçeyên navenda bajêr Konseyên Welatiyan hatine damezrandin. Konsey, organên herî bilind ên beşdariyê yên li navçeyan e û tê de nûnerên saziyan, komeleyan, konseyên sektoran û kes cî digirin. Konseyên sektoran ên navborî ku di van organan de tên temsîlkirin ev in: dibistanên bajêr, çand, tüketim, çûnûhatin, koçberî, jin, gelê roman, bi hevre jiyîn û parastina heywanan, gey, lezbiyen û transeksuel. Ji bilî civînên konseyan, bi armanca beşdariyeke xurt a gel li navçeyan civînên gel jî tên lidarxistin. Civînên gel di navbera Konseyên Welatiyan û gel de dibin wekî pirekê û her welatiyê li navçeyê dijî dikare beşdarî civînê bibe. Komên xebatê, konseyên sektoran û konseyan ji bo avahî alav û xizmetên li bajêr grûbên din ên beşdariyê ne û armanca wan li ser proje û aktîvîteyên li navçeyan, taxan, sektor an avahiyan lêkolînan bike, wan pêş bixe û bişopîne.

Xebateke din a balkêş a Şaredariya Barselonayê di bin seroktiya şaredar de bi komeleyên ku li Barselonayê hatine damezrandin re tê meşandin. Bi armanca beşdariya rêxistinan li bajêr Konseya Bajêr a Komeleyên Barselonayê hatiye avakirin. Di vê konseyê de ji bilî pisporên ku komeleyên bajêr temsîl dikin, nûnerên partiyên polîtîk ên di şaredariyê de û nûnerên navçeyan cî digirin. Komeleyên navborî di konseyê de nûnertiya van qadan dikin: ragihandin, hevkarî û aştî, çand, mafên mirovan, aboriya sosya, spor, koçberî, mirovên yextiyar, zayend, alîkariya sosyal, teşwîqkirina welatiyên aktîf û tendurustî.

Parastina Mafên Mirovan

Aliyekî din a ku li Barselonayê bala mirov dikişîne parastina hemû mafên mirovan ên welatiyên bajêr e. Bajêr wekî beşdariya gel a xebatên şaredariyê, ji vî aliya ve jî pêşengiyê ji bajarên cîhanê re dike. Li bajêr di warê çavdêriyê  cihêxwaziyê û olî de xebata ji bo parastina mafên mirovan tê meşandin.

 Çavdêriya Mafên Mirovan: Xebata ewilî ya di vî warî de ji aliyê şaredariya bajêr ve tê meşandin. Bi armanca xebata di warê mafan de di sala 2008’an de di bin banê Konseya Bajêr a Barselonayê Beşa Mafên Sivîl hatiye damezrandin. Beşa navborî ji bo rewşa mafên mirovan a li bajêr derxe holê dem bi dem di nava welatiyan de lêkolînan dike û raporan diweşîne.

Buroya ji Cûdaxwaziyê re Na (OND)

Ev buro ku girêdayî Meclîsa Bajêr a Barselonayê ye û dixwaze wekhevitiya welatiyên bajêr pêk bîne û li hember hemû cûdaxwaziyê têkôşînê bike. Buro di warê mafên mirovan de agahiyên bingeh dide welatiyan û dema ku di warê wekhevitiyê de nakokî derkevin holê ji bo lihevnanîn an navbeynkariyê midaxele dike. Kesên ku bi cûdaxaziyê re rû bi rû dimînin dikarin bi riya telefon, SMS, e-mail an serdana buroyê gilî û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

Buroya Karên Olî (OAR)                      

Xizmeta vê buroyê ji aliyê Beşa Mafên Sivîl a Konseya Bajêr a Barselonayê tê dayîn lê buro ji aliyê Navenda UNESCO’yê ya Katalonyayê ye ve tê meşandin. Bi vê xizmetê tê xwestin ku hemû ol bên naskirin, ji wan re rêz bê nîşandan û azasiya olî pêk were. Ji bo mijarên rojane yên komên olî bên meşandin buro tawsiyeyan dide alîkariyê dike. Buro di heman demê de di warê baweriyên olan de xizmeta hîndekariyê pêk tîne û ji bo çareseriya nakokiyên olî navbeynkariyê dike.

 Ji Barselonayê hin agahî

  • Nifûsa bajêr: 1,620,943 (2011)
  • Nifûsa qada metropolîtan:  5,375,774 (2011)
  • Li bajêr 3300 saziyên sivîl hatine damezrandin û ji van qasî 3000 sazî tevlî pêvajoya beşdariyê ya şaredariyê dibin.
  • Ji bo Projeya Çalakiyê ya Bajêr a 2008-2011’an 28 530 kes bi riya înternet, SMS, telefon, çalakiyên li navçeyan û hwd. beşdarê pêvajoya nîqaşê bûne û qasî 85 000 pêşniyar pêşkêş kirine.
  • Barselona bajarê yekemîn ê Ewrûpayê ye ku di Tebax’a 2000’an de sîstemên enerjiya termal a royê ji bo avahiyên nû tên çêkirin û yên tên nûkirin ferz kiriye.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …