Dîroka têkoşîna gelekî ya li dijî jenosîdê

 

 

Telesur ku ji Venezûelayê weşanê dike, belgefîlma bi navê “Yaquis: Çîroka Şerê Gel û Jenosîdeke li Meksîkayê” weşand. Di belgefîlmê de têkoşîna çekdarî ya gelê yaqui ya li dijî dewletê li ber çav tê raxistin.

Di vê fîlma ku ji 60 deqîqeyan pêk tê de nivîskarê meksîkî  û aktîvîstê polîtîk Paco Taibo  bi mebesta bîranîna têkoşînê û êrîşên li dijî gel (di navbera 1867-1909’an de pêk hatibû) diçe herêmê. Paco diyar dike ku li herêma yaquisan “hilweşîna sîstematîk a leşkerî” û “mekanîzmayên şîdet, îşkence, kuştinên girseyî û koledariya civakê” pêk hatiye.

Digel çewsandinên li dijî wan, yaquis 42 sal li dijî dewletê şer kirine û heta niha ku 100 sed sal zêde ye dîroka wan hatiye jibîrkirin, yaqui hîn jî ji bo mafên mirov ên bingehîn têkoşînê dimeşînin.

Beşa 1. a belgefîlmê

Beşa 2. a belgefîlmê

Jêder: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …