Enstîtuya Awistralyayê ya Aborî û Aştiyê Raporta Îndeksa Aştiya Cîhanê ya salane weşand. Li gorî raporê, welatên herî xwedî aramî û aştiyê Îzlanda, Danîmarka, Awistirya, Zelandaya Nû û Swîsre ye.
Asta aştî û aramiyê li ser harîteyekê bi rengan hate nîşandayîn. Li gorî vê harîteyê welatên bi aram herî zêde li parzemîna Ewropayê cî girtin.
Tirkiye tevlî Ûkrayna, Azerbaycan û Îranê di nava welatên kêm xwedî aramiyê de hat nîşandayîn. Li gorî daneyên îndeksê, Tirkiye di nava 162 welatên di îndeksê de di asta 135’emîn de ciyê xwe girt. Hin daneyên di derbarê Tirkiyeyê de ( ji bo hemû daneyan 5 pûan hatiye dayîn) wiha ne:
Pêkhatina sûc: 4.0
Terora siyasî: 4.0
Çekên nuklere û yên giran: 3.5
Ewlekarî: 3.5
Nakokiya navxweyî: 3.0
Têkiliyên bi welatên cîran re: 3.0
Jêder: One-europe.info