Gelê yewnan di berxwe dide

 

 

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi deh hezaran kes  bi armanca destekdayina hikumetê ya li dijî tedbîrên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) li pêşiya parlamentoyê kom bûn.

Li ser bi hezaran afîşên di destên xwepêşandaran de herî zêde peyva “OXI” –bi yewnanî na- dihat xwendin ku bi vê, xwepêşander girtina tedbîrên aboriyê yên ku IMF û saziyên ewropî pêşniyazê hikumeta yewnan dikir, red kirin. Hikumeta kevn di 2011’an de li xwe girtibû ku ew ê tebdîrên aboriyê ku herî zêde li ser karker, karmend, malnişîn û kesên din ên di bin pîramîda civakê de ne bandorê dikin, bigirin.

Li aliyekî din, divê Yewnanîstan 1.6 milyar euroyî paş de bide IMF’yê û vê saziyê heta roja Sêşema bê dem ji bo vî pereyî diyar kiriye. Di heman rojê de wê dawî li desteka alîkariya aboriyê ya ji bo Yewnanîstanê bê sekinandin û lewma îhtimal heye ku Yewnanîstan îflas bike.

Referandûma Yekşemê

Kurtedemek berê Komîsyona Ewropayê, Bankeya Navendî ya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî planeke ji bo domandina tedbîrên berfireh ên aboriyê pêşkêşî hikumeta yewnan kiribû. Lê hikumeta serokwezîr Alexis Tsipras digel hemû îhtirazên lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) û IMF’yê biryar girt ku roja Yekşemê li ser vê mijarê referandûmekê li dar bixe. Di referandûmê de wê ji welatiyan bê pirsîn ku gelo ew tedbîrên aboriyê yên ji aliyê Komîsyona Ewropayê, Bankeya Navendî ya Ewropayê û  Fona Pereyan a Navneteweyî tên xwestin bigirin an na. Lê derdorên YE’yê didin zanîn ku eger di referandûmê de “na” derkeve ev yek wê were wateya derketina vî welatî herêma euroyê.

Jêder: Bbc.com / Telesurtv.net

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …