Espacio del Immigrante (Qada Koçberan) kolektîfeke xweser e ku li taxa Raval a li Barselonayê hatiye damezrandin e. Vê kolektîfê, berevajiya hin komên din ku bi tenê li dijî cûdaxwaziya di warê tenduristiyê de dixebitin, li hember hemû cûre apartheida ku koçberên bê dokuman rû bi rû dimînin …
Bêtir »Li Bolîvyayê hikumet û kolan: Hevpeyvîna bi Julieta Olejada ya ji Mujeres Creando
Julieta Olejada endamekî Mujeres Creando ye ku rêxistineke anarşîst-femînîst a li Bolîvyayê ye. Rêxistin, beriya Morales û di dema îktîdara wî de bûye dengê radîkal ê mafên jinê. Me di Gulana 2012’an de, di nava protestoyên cûrbecûr ên li hember hikumeta Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS), bi …
Bêtir »Li Amedê azmûna demokrasiyê
Li navenda Amedê û heşt navçeyên wê ji bo hilbijartina namzetên şaredariyê yên BDP’ê, pêşhilbijartin hat li dar xistin. Ji her derdorên civakê nêzîkî 12,000 delege di 24’ê mehê de ji bo diyarkirina namzetan dengê xwe bi kar anîn. Li navenda Amedê delegeyên her navçeyê li ciyên cuda …
Bêtir »Li Şîliyê greva karkerên şaredariyan bi dawî bû
Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê greva karkerên şaredariyan ku qasî mehekê berdewam kir û li 300 şaredariyên li seranserê welat belav bû, bi dawî bû. Nûnerên Komeleya Şaredariyên Şîliyê (AChM) û nûnerên hikumetê di 19’ê mehê de li hev kirin û rojekê paşê karker dest bi karê xwe …
Bêtir »Weşanxaneya Peywend hat damezrandin
Ji aliyê komeke akademîsyen û lêkolînerên kurd ve, piştî amadekariyên dirêj, di Cotmehê de Weşanxaneya Peywend hat damezrandin. Weşanxaneyê di nivîsa ji bo armancên xwe amade kiribû de diyar kir ku ew ê di qadên wekî wêje, ziman, dîrok, felsefe, huner, antropolojî û teolojiyê de berhemên ji bo …
Bêtir »Berhema duyemîn a Benedîkter hat weşandin
Berhema Etnik Uyuşmazlığın Özyönetimle Çözümü (Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê) di dawîya meha Cotmehê de ji Weşanên Aram derket. Pirtûk ku edîtoriya wê Thomas Benedîkter kiriye û ji gelek nivîsên pisporên xweseriyê pêk tê, ji aliyê Necat Ayaz ve ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Ev berhem, piştî Avrupa’nin …
Bêtir »Trajediya nehatiye gotin a apartheida neolîberal a Başûrê Afrîkayê
Jerome Roos Her sal ji 14.000’an zêdetir mirov li Başurê Afrîkayê di rê de tên kuştin. Li gorî vê hejmarê, her roj li derdora 38 kes tên kuştin ku hema hema nîvê wan peyatî ne. Nîvê din ê vê hejmarê dema ku otobus, qamyonetên biçûk an bakkies pir …
Bêtir »Hilbijartin 2013: Pêkhatina tevgerên ji bin ve
Amy Goodman Qenalên nûçeyan ji bo bi dengekî bilind ragihandina jinûvehilbijartina Waliyê New Jerseyê Chris Christie ya bi dengên pir zêde, kêliyekê jî nesekinîn. Di vê hilbijatinê de Christie piraniya dengên jin û kesên latîn ku blokên deng ên kevneşopî yên demokratîk in, bidestxist. Çîna elît a siyasî …
Bêtir »Belgefîlma Birînên Wezîrîstanê hat kişandin
Belgefîlmeke nû ya bi navê Birînên Wezîrîstanê ku li herêma Wezîrîstan a Pakîstanê hatiye kişandin, derdikeve pêşberî temaşevanan. Belgefîlma ku ji aliyê rojnamegerê pakîstanî-amerîkî Madîha Tahir hatiye kişandin, li ser êrîşên Amerîkayê yên bi balafirên bê pîlot ku demeke dirêje li bakurê Pakîstanê pêk tê, disekine. Tahir, ji bo …
Bêtir »Li Şîliyê rêzeçalakiyên xebatkarên şaredariyan
Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê xebatkarên şaredariyan ji bo başkirina mercên xebatê û zêdekirina meaşên xwe dest bi greve kirin. Sendîkaya xebatkarên şaredariyan piştî bersiva neyênî ya hikumetê, biryara radîkalkirina çalakiyan da. Çalakiyên ku ket hefteya xwe ya sêyemîn, bi armanca zêdekirina meaşên xebatkaran û malnişanan û başkirina mercên xebatê …
Bêtir »Rêxistinên mafên mirovan Îranê şermezar kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî darvekirina girtiyên kurd û yên belûc ji aliyê rejîma Îranê şermezar kir û ragihand ku kuştinên vê dawiyê tirsa darvekirina Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî jî aniye rojevê. Cîgirê Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê HassîbaHac Sahraoi, di daxuyaniya xwe ya di 28’ê …
Bêtir »Çawa girtina general Pinochet wateya edaletê guherand
Serokê kevn ê Şîliyê Augusto Pinochet, bi kiryarekê ku edaleta navneteweyî heta bêdawîtiyê guherand, di 16 Çîriya Pêşîn a 1998’an de li Londonê hat girtin. 15 sal piştî vê, her du lîstikvanên herî girîng ê vê çîrokê –parêzerê spanyol Joan Garces û lêkolînerê kevn ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya …
Bêtir »Li Etiyopyayê gundekî komunal
Li Etiyopyayê ku welatekî oldar û xwedî kevneşopiyeke xurt a çandî ye, gundekî ku jin cot dikin û mêr dirûnê dikin bûye modeleke ji bo pêşketin û kêmkirina xizaniyê. Awra Amhaya li bakûrê welat ku gundekî biçûk e û bi tenê 500 mirov lê dijîn, bi vî aliyê xwe balê …
Bêtir »Kurtefîlma Adnan Osman “Antênna ”
Derhêner Adnan Osman ku ji Kurdên Başûr e, bi kurtefîlma xwe ya yekemîn “Antênna” li “4. Rojen Fîliman a Diyarbekirê” derket pêşberî temaşevanan. Antênna kurtefîlmeke 12 deqîqe ye. Fîlm li Başûr hatiye kişandin û piştgiriya “Wezareta Rewşenbîri û Ciwanan” ya hikumeta heremê jî girtiye. Di sînemaya kurdan da …
Bêtir »YE rapora Tirkiyeyê weşand
Konseya Ewropayê rapora xwe ya salane ya di derbarê Tirkiyeyê de di 16’ê Çiriya Pêşîn de eşkere kir. Konseyê bi rapora xwe ya bi navê Rapora Pêşketinê ya 2013’an de da zanîn ku digel ku kêmasiyên Tirkiyeyê yên di warê parastina mafên bingehîn de hene jî, ji hikumetên welatên Yekitiya …
Bêtir »Festîwala Sînemaya Fantastîk a Sitgesê dest pê kir
Festîwala Sînemaya Fantastîk a navneteweyî li bajarê Sitgesê ya li Katalonyayê dest pê kir. Di çarçoveya festîwala ku wê di navbera 11-20’ê Çiriya Pêşîn bê li dar xistin de, ji hemû cureyên sînemaya fantastîk 140 fîlm beşdar dibin. Wezîrê Çandê ya Hikumeta Katalonyayê Ferran Mascarell ku beşdarî merasîma vekirinê ya …
Bêtir »Serbilindiya çandî û mêvanên giranbuha yên festiwala cihûyên kurd
Saharane betlaneyeke salane yê kurdên cihû ye ku niha di dema Sukkot de ya ku tê de civaka antîk ji bo bisitirin, dansê bikin, bixwin û bi zimanê xwe yên kevneşopî yê aramî di derbarê welatê xwe yê kevn de çîrokan ji hev re bêjin, tê pîrozkirin. Di 29’ê Îlonê …
Bêtir »Li Bolîvyayê Che Guevara hat bi bîr anîn
Hevalê gerîlayê ji Arjantînê Ernesto Che Guevara, Juan Martin Guevara di 8’ê Çiriya Pêşîn de ji bo bîraninê çû gundê La Higuerayê ku 46 sal berê Che li wir hatibû kuştin. Bîranîna Che bi ziyaretkirina gorên çend gerîlayên ku li Vallegrandayê bû, dest pê kir û paşê bi meşa heta …
Bêtir »Belgefîlma li ser Sînemaya Yûgoslavyayê
Belgefîlma bi navê Cinema Komunisto (Sînemaya Komunîst) a ji aliyê Mila Turajlic hatibû kişandin, li Fransayê tê pêşwazîkirin. Di belgefîlmê de li ser pêşketina sînemayê ya di dema rejîma Mareşal Tito de bi berfirehî agahî tên dayîn. Komara Sosyalîst a Federal a Yûgoslavya di 1945’an de hatibû damezrandin û …
Bêtir »Qehremanê Wîetnamê Gîap jîyana xwe ji dest da
Qehremanê serxwebûna Wîetnamê General Vo Nguyen Gîap di 102 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Gîap di şerê serxwebûnê de artêşên Fransa û Amerîkayê têk biribûn û bi vî awayî riya diçû serxwebûna Wîetnamê vekiribû. Rayedarê Wîetnamê ragihandin ku General Gîap saet di 6:30’ê sibehê ya 4’ê Cotmehê …
Bêtir »Ewropa û neteweperestiyên kevn
Lêkolîner Ignasî Meda diyar dike ku guherîn tiştekî domdar e û lewma jî li cîhanê sîstem û binyadên (strûktûr) bêdawî tune ne. Meda dibêje ku konsepta guherînê di qada kar de pir eşkereye û dide zanîn ku mirov li ser mijarên kar disekine pirî caran qala “adabtebûn”, “biguhere an bimire”, …
Bêtir »