Merasîma çekberdanê ya gerîlayên Moroyê

 

 

Li Fîlîpînan bi armanca çekberdana Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) merasîmeke sembolîk hat lidarxistin. Serokê Fîlîpînê Benigno Aquino III û lîderê MILF’ê El Haj Murad Ebrahîm jî beşdarê merasîmê bûn.

Di vê merasîma ku di 16’yê Hezîranê de hat lidarxistin de 75 çekên rêxistinê hatin radestkirin û navê 145 gerîlayen ku wê derbasî jiyana sivîl bibin hatin eşkerekirin.

Serokê MILF’ê Ebrahim li bir axaftinekê kir û got ku eger Parlamentoya Fîlîpînan Qanûna Bingehîn a Bangsamoroyê qebûl neke ji îro pê ve ew ê dev ji çekên xwe bernedin.

Qanûna navborî ya Bangsamoroyê ya li parlamentoyê hatiye sekinandin xweseriyeke berfireh dide herêma Bangsamoroyê ya li girava Mîndanaoyê. Lê endamên parlamentoyê pevçûna di Çileya 2015’an de li herêmê pêk hat û di encam de piraniya wan hêzên dewletê 60 kes hatin kuştin hincet nîşan dan û qanûnê derbas nekirin.

Tevgera rizgariya Bangsamoroyê di demên dawî de bi armanca beşdarê hilbijartina Bangsamoroya xweser bibe û bi vî awayî di meclîsa ewilî ya herêmê de ciyê xwe bigire partiyeke siyasî jî ava kiribû. Di çarçoveya peymana aştiyê de wê di 2016’an de hilbijartina herêmi bihatana lidarxistin.

Jêder: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …