Li Baskê “dema biryardayinê dest pê kir”

 

 

Îro li seranserê Welatê Bask meşên girseyî yên ji bo destekdayina diyarkirina mafên qederê hatin lidarxistin. Bi taybetî li bajarê Baiona ya li başûrêrojavayê Fransayê, li Bilbao, Donostia û Vitoria-Gasteiz ên li Herêma Xweser a Baskê û li Pamplonayê ku paytexta Herêma Xweser a Navarrayê ye bi deh hezaran welatparêzên bask beşdarê çalakiyên ku bi navê Gure Esku Dago hatin lidarxistin bûn.

Di çalakiyên cihêreng de sloganên wekî “îro pêvajoya biryardayinê dest pê dike”, “em mafê diyarkirina qederê bi kar tînin” û “em pêşeroja xwe ava dikin”  hatin gotin. Herwiha, li hin qadên çalakiyan sindoqên pir mezin ê sembolîk ên ji bo dengdayina mafê qederê hatin avakirin.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo dînamîka Gure Esku Dago ya sala derbasbûyî de ji bajarê Durangoyê ya li bakurê herêma Bask heta Pamplonaya li herêma Navarrayê zincîreke mirovan ku ji 150.000 kesî pêk diha,t hatibû pêkanîn.

Jêder: Eitb.com

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Greenland wê di rêya serxwebûnê de bimeşe

Serokwezîrê Greenlandê Egede got, êdî dem hatîye astengîyên di qada navneteweyî de derketine pêşîya Greenlandê, …