Tirkiye pêvajoya aştiyê ya Fîlîpînan vedikole

 

 

 

Kerîm Yildiz: “Tirk di hevdîtina aştiye ya bi kurdan re ku di demên dawîde dest pê kiriye, di asteke pir girîng de ne.” 

Delegasyoneke navneteweyî bi mebesta vekolîna pêvajoya damezrandina Herêma Xweser a Bangsamoroyê çû Fîlîpînan. Di delegasyonê de berpirsê Enstîtuya Peşketina Demokratîk Kerîm Yildiz, û ji Tirkiyeyê hin parlementerên kevn, rojnameger û hunermendên ku di nava wan de Alî Bayramoglû, Fadîme Ozkan, Yilmaz Ensaroglû û Kadîr Înanir jî hebûn cî girtin.

Delegasyonê di 24’ê mehê de li paytext Manîlayê ji hin endamên lîjneya aştiyê ya Fîlîpînan brîfîngekê girt. Endamên lîjneyê ji çapemeniyê re ragihandin ku “hikumeta tirk dixwaze ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi kurdan re ku di demên dawî de pêş de çûne, ji tecrûbe û dersên pêvajoya aştiye ya li Fîlîpînan sûd wergire.”

Kerîm Yildiz jî li ser mijarê got ku “tirk di hevdîtina aştiye ya bi kurdan re ku di demên dawîde dest pê kiriye, di asteke pir girîng de ne.” Yildiz diyar kir ku endamên delegasyonê dixwazin “strûktûra pêvajoya aştiyê ku di nava wê de muzakere, sekinandina dijminahiyan, rola medyayê, rola civaka sivîl a ji bo mobîlîzekirina pevajoya aştiyê û rola aliyên sêyemîn a di pêvajoyeke aştiyê de heye” nîqaş bikin.

IMG_6805_2

Endamê lîjneya aştiyê ya Fîlîpînan Senen Bacanî di brîfîngê de ji ber alîkariya wê ya ji pêvajoya aştiyê ya Bangsamoroyê spasiya Tirkiyeyê kir û wiha axivî:

“Tirkiye tevlî Brîtanya, Japonya û Erebîstana Siûdîdi di Koma Kontaktê ya Navneteweyî (ICG) de tê temsîlkirin.” ICG çavdêriya meşandina muzakereyên aştiyê yên di navbera hikumetê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) dike.

Bacani axaftina xwe wiha dom kir:

“Ji Tirkiyeyê saziyeke sivîl a navneteweyî jî heye ku di Tîma Çavdêriyê ya Aliyê Sêyemîn de cî digire. Tîma navborî li ser meşandina hemû peymanên di navbera Fîlîpînan û MILF’ê de hatine îmzekirin, çavdêriyê dike.

Di warê rola Tirkiyeyê ya ji bo bêçekbûna MILF’ê jî Bacani van agahiyan dan: “Tirkiye di heman demê de di Saziya Bêçekbûnê ya Navneteweyî (IDB) de ku rêvebiriya wê ji aliyê sefîrê kevn ê Tirkiyeyê yê NATO’yê Haydar Berk ve tê kirin, jî cî digire.”

Di 25’ê mehê de jî delegasyon li Cotaboto City a li herêma Bangsamoroyê ku Komîsyona Derbasbûnê ya Bangsamoroyê lê hatiye damezrandin, bi serok û endamên vê komîsyonê re hevdîtinekê pêk anîn.

Di hevdîtina ku demeke dirêj dom kir de mijarên guherînên destûra bingehîn, hunera muzakereyan û parastina kêmaran hatin nîqaşkirin. Ji buroya enformasyonê ya Herêma Xweser a Mîndanaoya Misilman jî hat ragihandin ku delegasyon bi endamên komîsyona Bangsamoroyê re hin bername û projeyên saziyên Bangsamoroyê nîqaş kirine.

 

Jêder: Opapp.gov.ph / Luvaran.com

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …