“Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” hat weşandin

 

 

Pirtûka “Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” (Demokratik Özerklik: Bir Yurttaşlık Heterotopyası) ji aliyê weşanxaneya Notabene ve hat weşandin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi dorfirehî li ser xweseriya demokratîk ku ji aliyê tevgera kurd ve ji bo çareserkirina meseleya kurd hatiye pêşniyazkirin, sekinî ye.

Di seranserê vê xebatê de xweseriya demokratîk bi perspektîfeke sosyolojîk tê vekolîn û xebata tevgera kurd ku wekî aktorekî tê dîtin, a ji bo xweseriyê tê vegotin. Di navenda vê analîzê de aktor, çalakî, fikir, ziman û heretên vî aktorî cî digire. Ji vî aliyî ve xebat li ser cîhana wateyê, cîhana jiyanê ya tevgera kurd a piştî salên 2000’î ku wê bi destê xwe damezrandiye û terîf kiriye, disekine.

cetin3

Pirtûk bi pênase û nîqaşên li ser xweseriye dest pê dike û xweseriya lîberal û neteweperest ji xweseriya radîkal demokratîk vediqetîne. Nivîskar xweseriya demokratîk dixe nava kategoriya xweseriya radîkal demokratîk û ji bo vê xweseriyê li ser parastina Ocalan disekine. Nivîskar dijberiya di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk ku di vê parastinê de ciyekî girîng digire vedikole û destekê dide “çareseriya neteweya demokratîk.”

Beriya vê pirtûkê, sê pirtûkên Thomas Benedikter ku wekî pisporê xweseriyê tê naskirin, li Tirkiyeyê hatibûn weşandin.  Pirtûkên Benedikter ên hatine weşandin ev in: Etnik Sorunların Özyönetimle Çözümü (Aram), Avrupa’nın Özerk Bölgeleri (Aram), Modern Özerklik Sistemleri (Nika).

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …