Meclîsa Beniyê hin xalên statuyê qebûl kir

 

 

 

Meclîsa Departmanta Beni ya li Bolîvyayê guherînên di Statuya Xweseriyê ya Departmantê de qebûl kir. Endamên meclîsê piştî rûniştinên ku di seranserê hefteya borî de hatin lidarxistin de, gihiştin vê encamê.

Serokê meclîsê Carlos Navia di derbarê mijarê de diyar kir ku wan bi awayekî hûrbînî li ser 10 xalên destpêkê yên statuyê sekinîne û wan adapteyê xalên pêşiyê yên Destûra Bingehîn a Bolîvyayê kirine.

Beriya vê jî meclîs ji bo heşt xalên statuyê yên di derbarê nasnameya departmanê de rûniştin li dar xistibû û van xalan qebûl kiribû.

Navia got ku di nav xalên hatine qebûlkirin de sembol, rojên dîrokî, ziman û yên di derbarê çand û nasnameyê de hene.

Meclîsa Beninê beriya van rûniştinan biryareke ku metoda adaptasyona xalên statuyê tê de cî digirt, qebûl kiribû û paşê vê pêvajoyê dest pê kiribû.

Li Bolîvyayê 9 herêmên xweser ku ji wan re departmant tên gotin hene. Hemû departman xwedî statuyeke xweseriyê, meclîseke herêmî û rêvebiriyekê ne. Ji bilî Beniyê herêmên din ên xweser ev in: Pando, La Paz, Oruro, Cochabamba, Santa Cruz, Potosi, Chuquisaca, Tarija. Bi taybetî herêmên ji aliyê çavkaniyên xwezayî zengîn ên li rojhilat ku ji aliyê Santa Cruz ve pêşengiya wan tên kirin, doza berfirehkirina xweseriya xwe dikin.

Jêder: Ananoticias.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …