Însîyatîfa welatiyên Papûaya Rojava

 

 

 

Nûnerê Tevgera Rizgariyê ya Yekgirtî ya Papûaya Rojava (ULMWP) yê Koma Pêşeng a Melanezyayê Amatus Douw 150,000 daxwaznameyan pêşkêşî Serokwezîrê Vanuatuyê kir. Welatiyên Papûaya Rojava dixwazin ji bo endamtiya tam a rêxistina wan a di Koma Pêşeng a Melanezyayê de Vanuatu destekê bide wan.

Serokwezîrê Vanuatuyê wê hefteya bê beşdarî cîvîna lîderan a li Giravên Solomon bibe û wê di vê civînê de ji bo endamtiya ULMWP’yê ya tam nîqaş bê kirin.

Amatus Douw di dema radestkirina daxwaznameyan de axivî û got ku ew dixwazin ku beriya civînê kopiyên daxwaznameyan bigihîje destên hemû lîderên welatên herêmî yên beşdarê vê civînê dibin.

Gelek welatiyên li Vanuatuyê destekê didin polîtîkaya welatê xwe ya ji bo piştgiriya Papûaya Rojava.

Papûaya Rojava welatekî başûrêrojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye ku li rojavayê girava Gîneyê cî digire. Li welat ji 250 zêdetir qebîle û eşîr dijîn ku her yek ji wan xwedî ziman û çandeke yekta ye.

Papûaya Rojava tevlî giravên Endonezyayê di sedsala 17’emîn de ji aliyê Holandayê ve hat dagirkirin. Kolonyalîstên holendî 400 sal şûn de herêmê terk kirin lê bêriya ku şêniyên giravê bikaribin qedera xwe diyar bikin, di 1962’an de Endonezya welat dagir kir.

Çavkanî: Dailypost.vu

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …