Bolivya û Arjantîn li ser xweseriyê diyalogê pêk tînin

 

 

Konferansa “Pevajoya Xweseriyê û Desentralîzasyonê: Tecrûbeyên Miqayesekirî” ya di navbera Bolîvya û Arjantînê de wê li payztexta Bolîvya La Pazê bê lidarxistin.

Di konferansa ku di 25’ê Hezîranê de tê lidarxistin de wê li ser pêvajoya desentralîzasyonê ya Arjantînê û pêvajoya xweseriyê ya Bolîvyayê bê sekinandin. Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Hugo Siles û hiqûqnasê arjantînî Diego Lincon di derbarê vê mijarê de agahî dan.

bolivya2

Diego Lincon da zanîn ku li Bolîvyayê şaredariya herî biçûk jî dikare statuya xwe ya organîk amade bike lê li Arjantînê bajar bi tenê dikarin statuyên xwe amade bikin. Lincon got ku qanûnên ji aliyê eyaletan tên derxistin li ser navendên biçûk tên ferzkirin.

 

Pisporê mijarê Lincon, di derbarê federalîzma Arjantînê de hin agahî dan û got ku demeke dirêj e strûktûra federal a welatê wî di nava krîzekê de ye. Lincon yek ji sebebê vê krîzê wekî “berpirsiya kêm a malî” û “bêhevkêşebûna ji jêr ber bi jor ve” nîşan da.

Jêder: Ananoticas.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …