Gunay Aslan: Meseleya kurdan neteweyî ye

Rojnameger Gunay Aslan di hevpeyvîna xwe ya di Rûdaw TVyê de got,  “Meseleya kurdan neteweyî ye, ne meseleyeke întegrasyonê ye.”

Rojnameger Gunay Aslan bû mêvanê di bernameya Rûdawê de pirsên Hêvîdar Zana bersivandin.

Bêçekbûna PKKê û rêbazên dewleta tirk a ji bo meseleya kurd mijarên hevpeyvînê bûn.

Gunay Aslan got, dewlet bo têgeha “Tirkiyeya Bêteror” hewl dide meseleya kurdan înkar bike û destnîşan kir, “Tiştê ku wan daniye ber kurdan tasfiyekirin e.”

Dixwazin kurdan bikin beşeke rejîmê

Aslan da zanîn, dewlet naxwaze statuya neteweyî ya kurdan qebûl bike lê dixwaze wan bike beşeke rejîmê.

Gunay Aslan di derbarê “întegrasyona demokratîk” de jî got,  “Meseleya Kurdan neteweyî ye, ne meseleyeke întegrasyonê ye”.

Aslan got, întegrasyon li Ewrûpayê ji bo tevlîkirina bîyanîyan ya sîstemê tê bikaranîn û ji ber ku kurd ne bîyanî ne, meseleya wan a întegrebûna Tirkîyeyê tune ye.

Sebeba şer dewleta tirk e 

Aslan di axaftina xwe de ji ber şer polîtîkayên dewletê sebeb nîşan da û got, “Siyaseta dewleta Tirkiyeyê sedema şer bû.”

Gunay Aslan li ser pirsekê diyar kir, ew ji bo pêvajoya dawî ne geşbîn e û wiha domand:

“Ez bawer nakim ku di vê pêvajoyê de em bigihêjin aştiyeke mayînde. Tiştê ku wan daniye ber Kurdan tasfiyekirin e. Tirk dixwazin Kurdan bikin parçeyeke rejîmê.”

Infowelat

Foto: Hevpeyvîna Hêvîdar Zana ya bi Gunay Aslan re

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …