Hamît Bozarslan: Dewlet ji bo çareserîyê ne amade ye

Bozarslan got, “Dewlet hebûna kurdan wekî grûpeke kolektîf qebûl nake.”

Pisporê siyasî got, meseleya kurdan meseleya hebûnê ye, divê hebûna wan were qebûlkirin.”

Prof. Dr. Hamît Bozarslan bû mêvanê Rûdawê û pirsên rojnamevan Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Pisporê sîyasî Bozarslan derbarê helwesta dewleta tirk a di proseya dawî de gotinên wekî alarmê kirin.

Bozarslan got, “Dewlet hebûna Kurdan wekî grûpeke kolektîf qebûl nake.”

Hamît Bozarslan helwesta Tirkiyeyê ya li ser meseleya kurdan bi 3 nuqteyan pênase kir:

“Dibe ku çekdanîn gavek be lê bi serê xwe têrê nake. Ji ber ku li Tirkiyeyê problemeke pir mezin heye, ew jî ew e ku hebûna pirsgirêka kurdan û kurd wekî grûpeke kolektîf nayên qebûlkirin.”

Mesele hebûna kurdan e

Bozararslan gotinên xwe wiha dom kirin:

“Nêrîna dewletê yan jî rejîmê 3 tiştan derdixe pêş: Ya yekemîn, meseleya kurdan wekî meseleyeke terorê tê qebûlkirin. Em hemû dizanin ku li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka kurdan sed sal in heye, ev ne meseleya terorê ye lê rejîm dixwaze beriya her tiştî vê yekê wekî meseleyeke terorê nîşan bide.

A duyemîn, rejîm dibêje ku eger meseleya kurdan hebe, ew meseleyeke emperyalîzmê yan jî sîyonîzmê ye ku kurdan manîpule dikin. Ev ne tiştekî rast e.

A sêyemîn jî, ev demeke derketiye holê, meseleya ometê ye ku kurd, tirk û ereb hemû misilman in û divê li ser vê bingehê bigihêjin hev.”

Bozarslan got ku meseleya kurdan ne meseleya dînî ye lê meseleya hebûnê ye û wiha domand:

“Meseleya kurdan bi vê jî nayê çareserkirin, ji ber ku meseleya kurdan ne meseleya îslamê ye, ne meseleya dîn e. Meseleya kurdan meseleya hebûnê ye, divê hebûna wan were qebûlkirin.”

Hêvîdar Zana û Hamît Bozarslan

Rejîma îro ne amade ye

Bozarslan di hevpeyvînê de pirsa ku “Gelo Tirkiye amade ye mafên kurdan di asta Destûra Bingehîn de nas bike?” wiha axivî:

“Em wê hîn nizanin. Tirkiyeya îroyîn ne amade ye, rejîma îroyîn ne amade ye. Em nizanin rejîma sibê dê amade be an na.Tenê tiştê ku mirov dibîne ew e ku ez bawer im di nava civakê de meseleya kurdan tê qebûlkirin. Dibe ku di navbera partiyên siyasî de jî gavek were avêtin, bi taybetî eger CHP piştgiriya vê pêvajoyê bike. Salên 2013-2014an Erdogan hebûna pirsgirêka kurdan qebûl kiribû lê tenê piştî salekê me dît ku li Kurdistanê serdemeke nû ya xirabkirina bajaran dest pê kir.

Îro tiştê ku Erdogan dibêje, sibe dikare vegere û siyaseteke din qebûl bike, em wê nizanin.”

Hamît Bozarslan got bêyî azadîya kurdan mesele nayê çareserkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:

“Eger yekîtî û azadiya kurdan qebûl nekin, wê demê mirov nikare bibêje pirsgirêka kurdan dê were çareserkirin. Ji ber ku eger ji kurdan re bibêjin, ‘hûn jî tirk in, wekî me misilman in û pirsgirêkeke we nîne’, ev tê wê wateyê ku pirsgirêka kurdan çareser nabe. Ev dê pirsgirêka kurdan çareser neke, her kes vê dizane.”

Infowelat

—————————————————

Fotoyê sereke: Hamît Bozarslan 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …